Mamlê: Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye 2021-09-17 09:05:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê  KNK'ê û endamê Komiteya Platforma Dijî Dagirkeriyê Azîz Mamlê, derbarê encamnemaya konferansa platformê û plana dagirkirina axa Kurdistanê de axivî. Mamlê got: "Îro ji her rojê bêtir pêwistî bi yêkitiya gelê kurd heye. Ji bo me ya pêwîst yekhelwestî, yekzimanî û yekberxwedanî ye."  Operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dan destpêkirin zêdetirî 4 meh in bênavber berdewam dike. Li gel vê operasyonê êrişên Tirkiyeyê yên li Kampa Mexmûrê û Şengalê jî berdewam dikin. Li herêmê gelek qadên welatiyan jî bi êrişên hewayî hatin tunekirin û gelek welatî jî ji ber nêçariya xwe ji gundên xwe koçber bûn. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku Tirkiyeyê daye destpêkirin Platforma Dijî Dagirkerina Kurdistanê ku ji kesayetên ji çar perçeyên Kurdistanê pêk tê, di 4'ê Îlonê da konferansek li dar xist. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û endamê Komiteya Platforma Dijî Dagirkeriyê Azîz Mamlê êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û encamnameya konferansa platformê nirxandin.    HEZAR Û 138 ÎMZE   Mamlê, diyar kir ku armanca avakirina platformê li dijî dagirkeriyê ye û ev paltform bi tevlîbûna bi sedan pêkhateyên kurd hatiye avakirin û got: "Li bajarê Brûkselê konferansek hat lidarxistin. Di vê konferansê de xalên girîng hatin nirxandin. Bi taybetî jî nakokî û aloziyên navxweyî yên kurdan û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin. Di encama vê konferansê de platformek hat avakirin. Di vê platformê de kesayetên serbixwe hebûn ku tevlî tu partiyek siyasî nebûn. Xebata vê platformê jî nêzî mehekê domand. Pişt re hat xwestin ku konferansek li Holandayê bê lidarxistin. Bi avakirina vê platformê me xwest ku em dijberî dagirkeriyê û siyaseta dagirkeriyê bisekinin. Di encama vê platformê de, bi beşdariya sazî û partiyên 4 perçeyên Kurdistanê, daxuyaniyek hat dayîn û hezar û 138 kesên ku ji pêşengên kurdan pêk tên, ji bo şermezarkirina dagirkirina xaka Kurdistanê, îmzeya xwe danîn bin vê daxuyaniyê."    'MÊ PÊDIVÎ BI VÊ XEBATÊ DÎT'    Mamlê, anî ziman ku di Konferansê de nirxandinên cidî û girîng hatine kirin û  bilêv kir ku xebateke bi vî rengî watedar e û wiha berdewam kir: "Kesên ku tevlî vê konferansê bûn, bi giştî kesayetên serbixwe bûn. Li ser dagirkirina xaka Kurdistanê nirxandin hatin kirin û ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê pêşniyar hatin kirin. Bi taybetî jî sedemê avakirin û lidarxistina vê platformê ew bû ku nêrînên siyasî û hêzên siyasî bigirin. Mijara mereqê bû ku rewşenbîr, hunermend û nivîskarên kurd çawa nêzî dagirkirina axa Kurdistanê dibin. Di heman demê de me xwest ku rol û mîsyonên kurdan ên li dijî dagirkeriyê çi ne, divê sazî û partiyên kurd di vê pêvajoyê de helwestek çawa nîşan bidin û bersiva van pirsan bi hev re bidin. Her wiha hem navxweyî û hem jî derveyî Kurdistanê ji bo ku em bigihîjin armancekê me pêdivî bi xebateke bi vî rengî dît. Di konferansê de her tişt hat axaftin û nîqaşkirin. Nêrînên her partiyeke siyasî û kesayetan hat girtin."    '5 XAL ESAS HATIN GIRTIN'    Mamlê, da zanîn ku di konferansê de biryarên girîng hatin standin û encamnameya konferansê bi vî awayî bilêv kir: "Di vê platformê de 5 xal esas hatin girtin.Yek, li çar parçeyên Kurdistanê jihevrêzgirtin û li hemberî dagirkeriyê berxwedan. Dudo, li çar perçeyên Kurdistanê tenê nehiştina partiyên siyasî yên kurd û li dijî dagirkeriyê dengekî hevpar. Sisê, li hemberî dagirkirina axa Kurdistanê bi berpirsyarî helwestnîşandan. Çar, şikandina bêdengiyê û ya pênacan jî avakirina komîsyonan. Ev komîsyon hat avakirin. Yek ji van komîsyona dîplomasiyê bû. Ev komîsyon wê bi dewletan re pêwndiyê deyne. Her wiha komîsyona ragihandinê hat avakirin. Ev komîsyon jî ji bo agahdarkirina van êrişan hat avakirin. Her wiha komîsyona ji bo ku li gel hêz û rêxistinên Kurdistanê têkiliyê deyne, hat avakirin."   'BERXWEDAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ'    Mamlê, di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku li dijî dagirkeriyê têkoşîndayîn erka her kurdekî ye û got: "Êrişên ku li dijî gelê kurd pêk tên di asteke metirsiyar de ye. Dibe ku di dîroka Kurdistanê de yekem car e ku kurd bi alozî û xetereke wiha re rû bi rû bin. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd van xeteriyên heyî bibîne û hemû pêkhateyên kurdistanî li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Berî ku derbeyek mezin li dijî deskeftiyên me çêbibe divê ku em bibin yek û li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Yan na, em ê winda bikin. Derfetên me yên ji heq derketina vê pêvajoyê heye. Li çar perçeyên Kurdistanê jî berxwedaneke gelek mezin û bêhempa heyye. Ji 23'yê Nisanê vir ve dewleta Tirkiyeyê ji hewayê û bejahiyê ve êrişî Metîna, Zap û Avaşînê  dike. Lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Çimkî li dijî dagirkeriyê berxwedan heye. Kurd heger bibin yek, dê karibin van êrişan pûç û vala bikin. Ew hêza kurdan heye."    'ÎRO YÊKITIYA KURD JI HEMÛ ROJAN PÊWÎSTIRE'    Azîz Mamlê, bal kişand li ser rol û mîsyona kurdan a li dijî plana dagirkeriyê û wiha pê de çû: "Divê her kurdek û saziyeke kurd bizanibe ku ev êriş ne tenê li hemberî perçeyeke Kurdistanê ye. Ev êriş li dijî hemû Kurdistanê ye. Ji ber vê jî divê partiyên me yên siyasî di vê mijarê de gelek hestiyar tevbigerin. Ew kesê ku dibêje ku ez kurd im û di çeperên berxwedana Kurdistanê de cih negire, di vê dozê de ew ne dilsoz e. Ji ber vê jî divê hemû saziyên Kurdistanî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê xwedî yekhelwest bin. Niha tişta ku ji me re pêwîst berxwedan e. Divê her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re li ber xwe bidin û aliyê hev bikin. Divê em hemû hêz û ênerjiya xwe bikin yek. Rejîma Tirkiyeyê îro dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bi qasî ku em dişopînin rewş gelek xetere ye. Îro ji hemû rojan bêtir pêwistî bi yekîtiya gelê kurd heye. Ji bo me ya pêwîst yekhelwestî, yekzimanî û yekberxwedanî ye."    MA / Zeynep Dûrgût