Polîs ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirin re got: Herin Bakurê Iraqê 2021-09-17 13:58:06   AMED - Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Licê Yûsûf Peker, diyar kir ku li Licê polîtîkayên taybet tên meşandin û polîsan ji welatiyên ku DEDAŞ şermezar kirine re gotiye “Herin Bakurê Iraqê, herin hin cihên din.”   Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li herêmê bi fatûrayên bilind û birîna ceyranê dibe nîvenda şermezarkirinan, vê carê jî bi polîsan re hewl didin li navçeya Licê ya Amedê saetên ceyranê bibin ser dîrekan. Polîsan bi gaza îsotê êrişî welatiyên ku destûrê nadin pêkanînên tîmên DEDAŞ’ê kiribûn. Piştî êrişê polîsan bi ser malên welatiyên ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûbûn de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Welatiyan êrişên polîsan û tiştên hatine serê wan vegotin.    Şukran Yildirim bi lêv kir ku dema li ber deriyê mala xwe rûdiniştin polîsana bi gaza îsotê êriş kirine û wiha got: “Me hewl da alîkariya welatiyên ku êriş li wan hat kirin bikin. Du welatiyên pîr li pêş deriyê me ketin erdî min ew kaşkirin û girtin mala xwe. Nêviyê min li dibistanê bû dema ez çûm wî bigirim polîsan bi gaza îsotê êrişî min kir. Ez ser devî ketim erdî ciwanan ez rakirim. Dûyê gazê heta nava malê hat. Zarokên me li derve man. Derî şikandin, ji jinan re xeber gotin. Bi salane vê zilmê dikin. Em her mehê fatûrayên xwe yên ceyranê bi rêkûpêk didin. Wê saetên ceyranê bibin ser dîrekan, em nabînin. Çi binivîsin em ê heqê wê bidin.”   PÊKANÎNEKE TAYBET TÊ MEŞANDIN    Gulseher Kumran jî da zanîn ku polîsan ava şid berdaye nava baxçeyê wan û wiha axivî: “Gaza îsotê heta nava malên me hat. Nêviyê min nû ji dayik bûye. Bê bêhn ma. Me got dê bimire ji ber wê bi lez û bez bir mala cîranan. Dema zarokên me hatin malê direcifîn. Divê evqas zilmê li mirovan nekin. Ji ber em kurd in vê zilmê dikin. Li tu deran nehatiye dîtin ku saetên ceyranê dibin ser dîrekan, tenê li me kurdan dikin. Bi taybetî jî li Licê pêk tînin. Li kî dera cîhanê saetên ceyranê birine ser dîrekan. Em ji xwe di bin zextan de ne. Vê carê jî hewl didin ku bi her awayî me bitepisînin.”   DERÎ ŞIKANDIN   Meyase Erdînç jî da zanîn ku saet di 05.00’an de polîsan bi ser mala wan de girtine, derî şikandine û wiha got: “Bi awayekî tund li deriyê me xistin. Em ji cihê rabûn me lê nêrî ku hewl didin deriyê me bişkînin. Me got ‘temam derî neşikînin em ê vekin’ lê ji ber derî asê mabû nevebû. Heta ku derî vebû bi mircî li derî dan. Piştî ku derî vebû em hemû bi ser devkî dirêjî erdî kirin. Dûre gotin ‘Em xelet hatine, em da biçin mala Ferdî.’ Di nava malê de li Ferdî xistin. Difna wî şikandin û di nav xwînê de ew binçavkirin. Zarokên me tirsiyan. Cîranê me Ferdî loqanteya xwe girtibû û hatibû malê.”   POLÎS: HERIN BAKURÊ IRAQÊ   Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Licê Yûsûf Peker jî anî ziman ku hefteyeke dest bi derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan hatiye kirin û wiha axivî: “Li Licê polîtîkayeke taybet tê birêvebirin. Gelê Licê ev 5 sal in tejî bûye. Zext, zor, pêkanînên kêfî, qeyûm heta ku ketine nava me. Ev meseleya ceyranê jî bû çirîskek. Mirovan êdî nikarî xwe bigirin. 7 salî heta 70’ê salî bertekên xwe nîşan dan. Polîsan welatiyên ku bi kamerayan tespît kirin û yên di kolanê de derbas dibûn binçavkirin. Kesên li wir neyî jî binçav kirin. Dema mirovan bertek nîşanî polîsan da ji wan re gotin “Ji vir herin çi karê we li vir heye, herin Bakurê Iraqê, herin hin cihên din.’ Hewl didin welatiyan bidin koç kirin. Kirin û gotinên wan gelek zor bûn. Gel ne nezane li dijî van pêkanînan nikare bêdeng bimîne.”   MA / Ayşe Surme