Polîsan giliyê xwendekaran kirin 2021-09-17 15:27:09 STENBOL - Di doza ku li dijî 23 xwendekarên ku beşdarî xwepêşandanên li dijî tayînkirina rektoriyê ya li Zanîngeha Bogazîçiyê bûn de, 2 polîsên gazindker îfade da bûn, gilî kirin.   Danişîna doza derbarê 23 xwendekarên li Kadikoya Stenbolê, di 2’yê Sibatê de beşdarî xwepêşandana li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ya Zanînga Bogazîçiyê bûn û hatin binçavkirin de, hatibû vekirin, li 38’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Anadolûyê hat dîtin. 6 polîsên gazindker û parêzerên wan, xwendekar û parêzerên xwendekaran beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de ji 6 polîsên îfade dan, 4 jê giliyê xwendekaran ne kirin. Lê 2 polîsan bi îdîaya zirar dîtine giliyê xwendekaran kirin. Parêzerên xwendekaran, daxwaz kirin ku pêkanîna kontrola edlî ya derbarê muwekîlên wan de, bê rakirin.   Şandeya dadgehê, biryar da ku bi zorê 2 polîsên "ji ber sûc zirar dîtine" bînin û beşdarî danişînê bên kirin. Dadgehê biryar da ku pêkanîna kontrola edlî ya xwendekaran dewam bike û ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîn taloq kir.