Li Efrînê kurdî qedexe ye! 2021-09-20 12:23:43 EFRÎN - Li Efrînê êrişa dawî ya guhertina demografiya Efrînê qedexekirina zimanê kurdî ye. Berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şehbayê Hena Kalo anî ziman ku navên kuçe, kolan û wargehên li bajêr ên bi kurdî hatine guhertin û li bajêr bi darê zorê xelkê fêrî tirkî dikin. Tirkiye û grûpên bi ser wê ve di sala 2018’an de êrişî Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û xistin dorpêçê. Roj bi roj demografiya Efrînê hat guhertin û ev guhertin didome. Dixwazin hemû rê û rêçên kurd û çanda kurdayetiyê were jêbirin. Li Efrînê talan, hilweşandin, qetliam, revandina mirovan, bazirganiya mirovan her roj pêk tê. Tirkiye û grûpên xwe dixwazin Efrînê bêmirov û bêkurd bihêlin.    Her dawî jî li dijî zimanê kurdî yê Efrînê bêtehamûlî pêk tê. Mufredata perwerdehiya bi kurdî ya li dibistanan hat rakirin.    Bi destpêkirina êrişan re beşek mezin a xelkê Efrînê neçar mabûn ku koçî Şehbayê bikin.    Berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şehbayê Hena Kalo diyar kir ku şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe bûn, piştî ku erdên wan hatin dagirkirin hatin qetilkirin û talankirin.    Kalo diyar kir ku tecawiz, îşkence û şîdet li Efrînê ku îro di bin dagirkeriyê de ye nehatiye kirin û Tirkiye dijminatiya kurdan dike û li ku derê kurdek hebe ew dibin hedef. Kalo da zanîn ku ziman, çand û erdnîgariya Efrînê tê talankirin û wêrankirin.    Kalo diyar kir ku wan bi Şoreşa Rojava re destkeftiyên mezin bi dest xistine û di nava destkeftiyên wan de tişta ku pêşîn tê perwerdeya bi zimanê kurdî ye û li ser vê bingehê pergala xwe ya perwerdehiyê ava kirine û dibistanan vekirine.    ‘BI TANK, TOP Û BOMBEYAN TALAN DIKIN’    Kalo wiha got: "Zarokên gelê me herikîn dibistanan. Berê, dewleta Sûriyeyê her tim zimanê me qedexe dikir. Rejîma Baas hewl dida me bike ereb. Lê belê, em bi şoreşê re ji vê qonaxê xilas bûn. Em xwedî li destkeftiyên şoreşê derketin. Me bi pêşengiya hezaran mamosteyan gund û navçeyan dibistan vekirin. Me ne tenê perwerdehî, me lingên din hemû yên pergala xwe ava kir. Vê carê, dewleta tirk li dijî vê yekê derket. Li her deverê bi polîtîkaya talan û wêrankirinê nêzîkî pergala me bû. Di çarçoveya planên xwe yên êrişkar de destkeftiyek kurdan li ku hebû, bi tank, top û balafiran êriş kirin.”    ‘KURDÎ HATIYE QEDEXEKIRIN’   Kalo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê, Tirkiyê ewilî êrişî qada perwerdehiyê kir û wiha got: “Wan got ku ew ê bi erebî, kurdî û tirkî perwerdeyê bidin. Ev gişt xapandin bû. Li Efrînê di demeke kin da kurdî qedexe bû. Wan tenê bi tirkî û erebî perwerdehiyê da. Tirkî li ser xelkê me yê Efrînê ferz dikin. Navên kuçe, tax, kolan, gund û wargehên Efrînê yên bi kurdî têne guherandin. Bi vî awayî dest bi bernameyên asîmîlasyonê kirine. Bi darê zorê xelkê me yê Efrînê fêrî tirkî dikin.”    ‘DIXWAZIN HER DEVERÊ BIKIN TIRKÎ’    Kalo destnîşan kir ku Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrişên li ser Efrînê didomîne û wiha domand: “Ewilî êrişî dibistanan kirin. Dibistanan bombebaran kirin. Ziman nasnameya gelekî ye. Êrişa li dijî ziman êrişa li dijî hebûna wî gelî ye. Bi vî awayî nêzî me dibin. Zimanê gelekî qedexe dikin û heke zimanê wî gelî bi tunekirinê re rûbirû be, meriv nikare behsa hebûna wî gelî bike. Dixwazin her li devera Efrînê kurdî û kurdan tune bikin û bikin bajarek tirkî û tirkane. Lê divê em polîtîkayên Tirkiyê pûç bikin.”    MA / Nazim Daştan - Leyla Cizirî