Li Licê agir bi daristanê ket 2021-09-21 22:47:27   AMED - Li gundê Hezanê yê Licê agir bi daristanê ket.    Li gundê Hezanê yê navçeya Licê ya Amedê agir bi daristanê ket. Li gor agahiyên bi dest ketin, agir danê nîvro bi daristanê ketiye û ji wê çaxê ve mudaxile nehatiye kirin û her diçe belav dibe.