ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2021'AN 2021-09-22 09:00:17   * Li eskerê ku Mehmet Uytun ê 18 mehî kuştibû tenê 18 hezar û 200 TL cezayê pereyî hat birîn. Bavê wî Tûran Uytun bertek nîşan da û got: "Heger edalet ev be, ez vê edaletê qebûl nakim."    * Şêniyên  Mexmûrê bertek nîşanî êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li ser Mexmûrê dan û gotin: "Mafê tu kesî tune ye ku bi dengê bombeyan zarokên me ji xewê şiyar bikin."    * Di hilbijartinên Iraqê yên 10'ê Cotmehê de, 8 namzet jê jin in. Ji namzetên jin a serbixwe Ronak Mecîd, got: "Divê Iraq êdî bi hişmendiya jinê bê birêvebirin."    * Li Çelê palehiya çeltûkê ku ji ber rewşa erazî bi rê û rêbazên berê tê çandin, dest pê kir.    * Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, anî ziman ku bi kampanyaya dane destpêkirin re rêjeya doza ewil aşiyê bûye ji sedî 63 û rêjeya doza dudoyan jî bûye ji sedî 41 û ev yek hejmara pêketiyan jî kêm kiriye.    * 45 karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, bi darê zorê hatin teqawidkirin. Li dewsa wan jî xizmên rêvebirên şaredariyê yên di çaxê teqawidbûyînê de hatin bicihkirin.    * Li navçeya Bayrakliyê fatûreya 3 mehan a ceryanê ya malbatekê 3 hezar û 533 TL hatiye. Ferdê malbata 3 kulfetî Mehmet Şerîf Salman, diyar kir ku ji ber krîza aborî kar bi dest wî nakeve û debara xwe bi karên rojane dike.   * Li navçeya Xîzan a Bedlîsê Hûrînaz Arikbaşli ya 65 salî 50 sal in karê tûtinê dike. Arikbaşli got: "Ne havîn ne zivistan, karê me saloqat heye. Hatime vî umrî, lê hê jî heya êvarî bi tûtinê re bilî dibim."   * Şaxa OHD’ê ya Rihayê, ji bo roja 200’emîn a nobeta edelatê ya malbata Şenyaşar a li ber edliyê dewam dike, banga piştevaniyê li 200 parêzeran kir.      * Derbarê 17 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê dimînin ji ber ketine greva birçîbûnê doz li wan hatiye vekirin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a ku 198 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome wê were şopandin.    * TUHAY-DER'a Çûkûrova wê li bajarê Mêrsînê têkildarî serdegirtina polîsan a bi ser avahiya xwe ve li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)