Cenazeyê Kaya û Danişman piştî 4 mehan şûn de dan malbatên wan 2021-09-22 10:21:44   ÊLIH / BEDLÎS - Cenazeyên Ferît Danişman ê endamê HPG’ê û Buşra Kaya ya endama YJA STAR’ê piştî çar mehan şûn ve dan malbatên wan.    Cenazeyê Buşra Kaya ya endama YJA STAR’ê ku di 7’ê gulanê de li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê. Malbata Kaya ya li Êlihê dijî ku beriya 4 mehan lê geriyabûn, çûbû Meletiyê û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû. Piştî 4 mehan ji malbatê re hat ragihandin ku encama testa DNA’yê pozîtîf derketiye, li ser vê yekê malbat duh çû Meletiyê, cenazeyê keça xwe girt û anîn Êlihê.    JI XEYNÎ MALBATÊ KES NEGIRTIN GORISTANÊ    Merasîma cenazeyê Kaya li Goristana Asrî ya navenda bajêr hat kirin, ji xeynî malbatê nehat hiştin ku kes tevlî merasîma cenaze bibe. Polîsên ku derdora goristanê dorpêç kirin kesên diketin goristanê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) de derbas kirin, kesên ku paşnavê wan Kaya nebûn nehiştin bikevin goristanê. Gelek kesên ku xwestin tevlî merasîma cenazeyî bibin heta ku kirariyên veşartinê bi dawî bûn di ketina goristanê de sekinîn.    BEDLÎS    Cenazeyê Ferît Danişman ê endamê HPG’ê ku di 24 gulanê de li şerekî li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin. Malbatê li ser lihevhatina mînakên DNA’yê yên beriya niha dabûn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê da. Piştî ku kirariyên pêwist hatin temamkirin, cenazeyê Danişman ê li Goristana Bêkesan a Şirnexê radestî malbatê hat kirin.    Cenazeyê Danişman, li Goristana Kadîrîler a Bedlisê hat veşartin.