Danişîna Leyla Guven ji ber arîzeya SEGBÎS'ê nehat dîtin 2021-09-22 12:47:45   COLEMÊRG -  Yekemîn danişîna doza ku ji ber axaftineke wê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû vekirin, ji ber arîzeya SEGBÎS'ê bêyî bê dîtin û hat taloqkirin.    Ji ber axaftina "Banga birêz Ocalan a ji bo aştiyê gelek girîng e. Tecrîdê rakin. Tenduristî û ewlehiya Ocalan pêk bînin. Bila aştî bê Rojhilata Navîn." wê ya di çalakiyekê de derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de doz hatibû vekirin. Di doznameya ku derbarê Guven de hatibû amadekirin de ev sûcdarî lê hatibûn kirin: "Bêîtîbarkirina dewletê" , "Sewqkirina gel a neyartî û kînê" û "pezîndayîna suc û sûcdar". Yekemîn danişîna dozê îro li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Colemêrgê bû. Lê ji ber arîzeya SEGBÎS'ê bêyî ku danişîn bê dîtin taloqî 13'ê cotmehê hat kirin.