Doza Ferhat Tunç hat taloqkirin 2021-09-22 12:48:19   STENBOL - Rûniştina 10’emîn a doza derbarê hunermend Ferhat Tunç de ji ber parvekirinên medya sanal hatiye vekirin, dîsa hat taloqkirin.    Ji ber parvekirinên medya sanal bi îdiaya “xelkê rakiriye kîn û dijminatiyê” doz li hunermend Ferhat Tunç hatibû vekirin. Rûniştina 10’emîn a doza Tunç li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Buyukçekmeca Stenbolê hat lidarxistin. Tunç beşdarî dozê nebû û parêzera wî Fatma Hopikoglu di danişînê de amade bû.    PARVEKIRINÊN AZADIYA RAMANÊ    Tunç têkildarî îdiayên derbarê xwe de parastina xwe bi awayek nivîskî pêşkêşî dadgehê kir. Tunç di parastina xwe de destnîşan kir ku parvekirinên wî di çarçoveya azadiya îfade û ramanê de bûne û ew sûcdariyên li ser xwe red dike.    Parêzera Tunç jî xwest di dozê de biryar were dayîn. Dozger mutalaya xwe de dîsa biryar da ku Tunç were girtin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzer a biencamkirina dosyeyê red kir û biryara dewama girtina Tunç da.    Dadgehê danişînê taloqî 22’yê sibatê kir.