PEN'a Melbourneyê endamtiya rûmetê da Turfent 2021-09-22 13:14:03 WAN - Komeleya Nivîskarên PEN a Melbourne ya Avusturalya yê, endamtiya rûmetê da rojnamegerê girtî Nedîm Turfent. Komeleya Nivîskarên PEN a Melbourne ya Avusturalya yê, endamtiya rûmetê da rojnamegerê girtî Nedîm Turfent. Hevdîrektorê bernameya “Nivîskarên Di Girtîgehan De” ya PEN’a Melbourne Jackîe Mansourian, diyar kir ku wan biryar daye endamtiya rûmetê bidin Turfent û ev rewş ji wî re ragihandin e. Jackie Mansourian, spasiya Turfent kir ku ev pêşniyara wan pejirandiye.     TURFENT JÎ SPASIYA XWE KIR   Nedîm Turfent ê jî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne peyamek şandin û wiha got: “Gava ku em vî aliyê dîwaran temen dikin, bêguman me piştgiriya bêhempa ji çar aliyên cîhanê wergirtin. Me kêliyekê jî ji bîr nekiriye ku ev piştgirî û hevgirtin ji azadiya ramanê re hatiye pêşkêşkirin e. Ev rûmeta ku îro diyarî pênûsa me hatiye kirin, baweriya ku bi salan dema me pênûsa xwe hilda, di dilê me de şîn û xurt kir. Ev bawerî, hêza pênûs û gotinê ye. Ev rûmeta ku ji aliyê dûr ê sînoran dihat, sînorên ku dixwestin di navbera her yek ji me de ji hêla serdestan ve bi pênûsek bi tenê werin danîn, rakirin. Ez ji bo vê endamtiya watedar spasiyên xwe pêşkêşî hemû endamên PEN’ê dikim. ”   Par jî, endamtiya rûmetê ya Îngîlterê ya PEN’ê ji bo Turfent hatibû dayîn.