DFG’ê serdana ajansa me kir 2021-09-22 13:57:45 NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê bi boneya 4’emîn damezrandina salvegera ajansa me serdana xebatkarên wê kir.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 4’emîn damezrandina salvegera Ajansa me Mezopotamya (MA), serdana me kir. Di serdanê de Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan û rêveberên komeleyê cih girtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê di serdanê de axivî, qala zextên ser rojnamevanan kir û destnîşan kir ku ligel hemû zextan jî Ajansa Mezopotamyayê heqîqetê ji cîhanê re radigihîne.    SERDANA JINNEWSÊ   Şandeya DFG’ê dûvre serdana Jinnewsê ku bi dirûşmeya “Bi pênûsa jinê, di şopa heqîqetê de” di 25’ê îlona 2017’an de dest bi weşana xwe kiriye, kir.