Doza bobelata keştiyê taloq bû 2021-09-22 15:39:10   WAN - Rûniştina 4’emîn a doza bobelata keştiyê ku noqî Gola Wanê bûbû û 61 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn, hat taloqkirin.    Li Wanê di 27’ê hezîrana 2020’an de keştiya penaberan noqîq Gola Wanê bûbû û 2 jê zarok 61 penabaran jiyana xwe ji dest dabû. Rûniştina 4’emîn a doza derbarê yek jê girtî 12 kesên bersûc de hatibû vekirin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûcê girtî Medenî Akbaş bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzerê malbatên penaberan Mahmût Kaçan li eywana danişînê amade bû.    Bersûc Medenî Akbaş beyanên xwe berê dubare kir û xwest were berdan. Dadgehê daxwazê red kir û dewama girtina Akbaş da û danişînê taloqî 29’ê mijdarê kir. Dadgehê her wiha biryara qedexeya derketina derveyî welat li ser bersûcên negirtî sepand.