Îşkence li zarokê 11 salî yê cîranê xwe kir 2021-09-22 16:16:52   RIHA - Li navçeya Xelfetiyê kesê bi navê B.A. li jêrzemîna avahiyeke vala zarokê îşkence li 11 salî M.H. kir.    B.A. yê li navçeya Xelfetiya Rihayê li mala xwe çûk xwedî dike, bi îdiaya ku wê çûkên wî bidize îşkence li zarokê bi navê M.H. yê 11 salî kir. Li gorî dîmenên derdorê, B.A. zarokê ku derketiye ser banê mala wî, li baxaca wesayîta xwe siwar dike û dibe jêrzemîna avahiyeke vala û lê dide. Li ser giliyên malbata M.H. duh bi pedagogan re îfadeya zarok hat wergirtin.    Xwişka M.H., Nûriye H. têkildarî bûyera di 10’ê Îlonê de qewimî axivî û wiha vegot: “Birayê min ê biçûk mereqdarê çûkan e. Ji dayika min dipirse ku dikare ser baniye me çûkan xwedî bike. Dayika min jî dibêje ‘li avahiya hemberî me hene tu nikarî xwedî bike’. Ketiya aqlê wî radibe diçe biçe li çûkan binêre. Dema diçe B.A. bi çûkên xwe ve mijûl e. Dema birayê min li serban dibîne bêrî ku tiştekê jê bipirse, wî dide ber şimaqa. Zarok ji qata 5’an kaş dike dibe dike baxaca erebeya xwe. Dibe jêrzemîna avahiyeke vala û lê dide. Zarok 10 deqîqeyan tena serê xwe di tariyê de dihêle û jê re dibêje ‘tu qîr bikî ez karê ceyranê dikim, ez ê ceyranê bidim te’ Piştî 10 deqîqeyan disekînine dîsa dike baxaca erebeyê û tîne malê.”    ‘ZAROK DI BAXACA EREBEYÊ DE DIBE’   Nûriye H. diyar kir ku B.A. di baxaca erebeyê de birayê wî aniye ber deriyê wan û bi gotinên “Zarokê we çûkên min didize, ez ê bangî polîsan bikim” gefan li wan dixwe û wiha axivî: “Birayên min şopên lêdanê bi awayekî veşarî nîşanî xwişkên min dide. Dema xwişkên min şopên îşkenceyê dibînin qîr dikin, dema B.A. û birayê wî yê navê wî nayê zanîn qêrînê dibihîzin direvin.”   Nûriye H. da zanîn ku dayika wê li polîsan geriyaye û pişt re çûye qereqolê û polîsan ew dûr xistiye û wiha got: “Dema birayê min bûyer hemû ji me re got, me ew girt û bir nexweşxaneyê. Di heman rojê de me rapora derbê girt û pişt re giliyê wî kir.” Nûriye H. diyar kir ku piştî dozger rapora derbê dîtiye lêpirsîneke nû daye destpêkirin.    Dîmenên siwarkirina zarok a wesayîtê di encama lêpirsînê de hatin komkirin.