Endamên meclîsê yên AKP'î ji bo qereqolê erse stendin 2021-09-23 09:20:01 MÛŞ - Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ku ji bo qereqolê ersa stend, karbidestiya xerckirina tahsîsata ji bo Pîrozbahiyên Serketina Milazgirê ya 1071'ê hatiye veqetandin jî da Walî Îlker Gunduzoz.    Di hilbijartina 31'ê Adarê ya herêmî piraniya endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê HDP'î bûn. Lê piştî hilbijartinê gelek endamên HDP'î ji peywirê hatin girtin û piraniya meclîsê ket destê AKP'ê. Meclîsê budçeya ji bo gel hatiye veqetandin, ji dêvla ku ji bo pêdiviyên gel xerc bike, biryar girt ku ji vê budçeyê ji bo qereqolê erse bê stendin û ji bo salvegera Serketina Milazgirê bê xerckirin û fatûreyên Navenda Bangawaziyê ya Lezgîn a 112'an bên dayîn.    FATÛREYÊN 112'Ê   Di civîna meha Gulanê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr de biryar hat girtin ku fatûreyên ceryanê, gazê û avê yên Îdareya Taybet a Bajêr bên dayîn û ji xeynî vê di civînê de biryar hat girtin ku fatûreyên Navenda Bangawaziyê ya Lezgîn a 112'an jî bên dayîn. Di civînê de endamên HDP'î ev biryar red kirin, lê bi rayên AKP'iyan hat qebûlkirin.   JI BO QEREQOLÊ ERSE   Di civîna meha Tîrmehê ya Meclîsê de jî ji bo asayîşa qadên Pira Mûradê û Rekreasyonê li gundê Mûratgorenê erseya aydê Îdareya Taybet a Bajêr ji bo çêkirina qereqolê stend û da Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Mûşê. Di civînê de endamên HDP'î ev biryar jî red kirin, lê bi rayên AKP'iyan hat qebûlkirin.   KARBIDESTIYA XERCKIRINÊ DAN WALÎ   Di civîna meha Tebaxê de jî biryar hat girtin ku tahsîsatên bên îdareyê dê ji bo "95'emîn salvegera Serketin Milazgirê" bên xerckirin. Her wiha ji bo karbidestiya xerckirina tahsîsata ji bo "Pîrozbahiyên Serketina Milazgirê" jî dan Walî Îlker Gunduzoz.