Rêya ku 4 sal in nayê çêkirin gundiyan rakir ser piyan 2021-09-23 09:21:04 MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, rêya 4 gundan ku 4 sal in nayê çêkirin derket holê ku di qeydan de weke "asfaltkirî" derbas dibe. Li ser pirskirina gundiyan a ji şaredariyê e rewş derket holê.    Li navçeya Qoserê, rêya gundên Xerabkûrka, Elewş, Erban û Tell Karî ya bi qasî 8 kîlometreyan rexmî ku hatiye vedan jî nayê temamkirin. Rêya ku di bin berpirsyariya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ye di sala 2018'an de hatiye îhalekirin û destpêkê asfalta wê ya xerabe hatiye vedan. Piştre bi kevir û xîzê hatiye têjekirin û rexmî ku 4 sal di ser re derbas bûye jî nayê asfaltkirin.    HAVÎNAN BI TOZ E Û ZIVISTANAN JÎ BI ÇARÇÎK E    Di mehên havînê de dema ku wesayît derbas dibin toz radibe û gund di bin tozê de dimînin. Di mehên zivistanê de jî rê dibe herî û çarçîk. Ji bo pêşîgirtina rabûna tozê gundiyan di rê de çel û milta vedane. Gundiyan, gelek caran ji bo çareserkirinê serî li Serokatiya Daîreya Rêyên Bejahî û Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) dane lê tu encam bi dest nexistin. Gundiyan, destnîşan kir beriya 3 hefteyan dema ku çûna şaredariyê hîn kirine ku di qeydan de rêya wan weke asfaltkirî derbas dibe.    Gundiyan, bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin kirine û rayedaran ji wan re gotiye ku di rê de nelirêtî hatiye kirin û ji ber vê yeke nehatiye çêkirin.    Gundiyên bi navê Yûsûs Topçûl, Ahmet Çelîk û Umran Demîr, bertek nîşanî vê rewşê dan û xwestin ku rêya wan bê çêkirin.