Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar e kampanya îmzeyan hat destpêkirin 2021-09-23 10:31:47   ENQERE - Ji bo Bekîr Guven ê ji sedî 98 astengdar hat girtin da ku cezayê wî were taloqkirin û berdan, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.    Bekîr Guven ji sedî 98 astengdar e. Ji ber parvekirinên medya sanal ên di sala 2015’an de 22 meh ceza lê hatibû birîn û cezayê wî hat erêkirin. Guven tevî ku astendar e jî hat girtin. Ji bo berdana Guven yanî cezayê wî were taloqkirin kampanya îmzeya li ser change.com hat destpêkirin.    DI HUCREYEK YEK KESÎ DE TÊ GIRTIN    Kampanyayê malbata Guven û xizmên wî dane destpêkirin. Hat destnîşan kirin ku Guven nikare di girtîgehê de bimîne û divê 24 saetan lê were nihêrîn. Di daxuyaniya kampanyayê de hat gotin ji ber şertên pandemiyê wê Guven 14 rojan bi tena serê xwe di hucreya yek kesî de di karantînayê de bimîne û ew neçar e li ser nivînan xwe rûnê û xwarin bixwe. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ew nikare tu pêdiviyek xwe dabîn bike û tişta nihat ê serê wî li dijî rûmeta mirovahiyê ye.    BIRINE NEXWEŞXANEYÊ    Hevjîna Guven, Rûkiye Guven destnîşan kir ku ew li benda xelkê ne ku piştevaniyê bidin kampanyaya wan û li ser nûçeyên hatine çêkirin wî ji bo rapora nikare di girtîgehê de bimîne birine Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê lê hêj encamek jê derneketiye.    Lînka kampanya îmzeyan ku hatiye destpêkirin wiha ye: https://t.co/4VID0M3xpM?amp=1