Turkdogan: Tirkiyê di bersiva da Komîteyê de ‘hîleya hiqûqî’ kir 2021-09-23 10:47:24   ENQERE-Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku Tirkiyeyê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê dimînin, di bersiva da Komîteya Wezîran a EK’ê de, “hîleya hiqûqî” kir û got: “Ji bo sûcên di çarçoveya TMK'ê hatine girtin de, dema berdana bi şert nîne, tê sepandin.”    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), ji bo ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya binpêkirinê ya derbarê “cezayê heta hetayê” yê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hat dayîn de da bû bi cih bîne, di 29’ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da bûn.    Civîna komîteyê wê di navbera 30’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de were li darxistin. Li bendê ye ku ev serlêdana saziyên mafên mirovan wer rojeva civînê. Hikumeta Tirkiyê, di 7’ê Îlonê de, ji bo serlêdanê bersiv da komîteyê.   Tirkiyê, di bersiva ji komîteyê şand re de, qet behsa biryara binpêkirinê neda û pêşniyarên ji bo Tirkiyê hatibûn kirin jî, hatin paşguhkirin. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, bersiva hikumetê ya ku ji komîteyê re şand nirxand.    Turkdogan, diyar kir ku Tirkiyeyê di 7’ê Îlonê de bersiva xwe şand û wiha axivî: “Em derbarê bersiva Tirkiyê de amadekariyê xwe dikin. Emê nêrînên xwe bi Komîteya Wezîran a EK’ê re parve bikin. Piştî ku Tirkiyê ‘cezayê darvekirinê’ ji qanûna xwe derxist, darizandina Ocalan weke hincet nîşan da û qanûna ‘cezayê heta hetayê’ ku tu carî nayê qebûl kirin, derxist.”   ‘TIRKIYÊ HÎLEYA HIQÛQÎ KIR’   Turkdogan, di dewama axaftina xwe wiha got: “Tirkiyê qanûneke girtîgeha muebata giran a heta hetayê derxist. Ji ber vê qanûnê girtî bi tu awayî nayin berdan. Ev jî awayeke cezakirinê ye. Teqez ev nayê qebûl kirin. Tirkiyê di vîr de, hîleyek hiqûqî kir. Teqez divê hûn demên serbestberdana bi şert destnîşan bikin. Bersiva Tirkiyeyê da Komîteyê jî ji bo me pir balkêş hat. Di serlêdana me kir de, me xwest biryara binpêkirinê maf a derbarê Ocalan, Boltan, Gurban û Kaytan wer bi cih anîn û ji bo wan jî dîrokên serbest berdana bi şert ên diyarkirin. Divê şert û mercên tenduristî û temenê girtiyan di diyarkirina roja berdana bi şert de esas bên girtin. Li gorî rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navneteweyî (CPT) bersiva Tirkiyeyê kêm hatiye dayîn. Di bersivê de, têkildarî şert û mercên girtîgehê tu tiştek tuneye. CPT’iyê di sala 2019’an de serdana Îmraliyê kir. Çavdarî û pêşniyarên wê çêbûn. Lê, Tirkiyê ev yek pêk ne anîn. Di çend salên dawî de tecrîd û îzolasyonek mezin heye.”   ‘BILA DMME BIRYARA XWE BI CIH BÎNE’   Turkdogan, dest nîşan kir ku wan di serlêdana xwe de, daxwaza bicihanîna qanûnê kirin û wiha bi dawî kir: “Ya ku me kir bi rastî wezîfeyek e ji bo hemû rêxistinên ku dibêjin ‘Ez alîgirê mafên mirovan im.’ Em erka mekanîzmaya siyasî ya ku biryara binpêkirina maf a DMME bi cih bîne, didin bi bîr xistin. Komîteya Wezîran dê bifikire ka bersiv bi serlêdanê re têkildar e yan na. Em bawer dikin ku ew ê bicihanîna biryara DMME’yê ji Tirkiyeyê bixwaz in.”   MA / Bêrîvan Altan