Parêzerê Malbata Şenyaşar hempîşeyê xwe vexwend ber edliyê 2021-09-23 11:13:59 RIHA - Parêzerê Malbata Şenyaşar Gokhan Dayik di roja 199’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û got: "Em hevpîşeyên xwe, ji bo roja 200'emîn a çalakiya malbatê sibê vedixwînin pêşiya dadgehê."   Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji bo kujerên sê ferdên malbata wan werin girtin û kurê dayika Emîne, Fadil Şenyaşar were berdan 199 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin. Malbata Şenyaşar îro jî li şûna xe ya li ber Edliyê rûnişt û dest bi nobeta xwe kir. Ji parêzerên malbatê, Gokhan Dayik jî îro li gel malbatê rûnişt.    ‘EM Ê BI 200 PARÊZERAN RE BANG BIKIN’    Parêzerê malbatê Dayik bi bîr xist ku Nobeta Edaletê wê sibê bikeve roja 200'emîn û wiha got: "Sibê, bi wesîleya roja 200'î, em ê bi 200 parêzeran re li ber edliyeyê bang bikin da ku karibin daxwaza edaletê ya malbatê bînin ziman. Li dijî neheqî û zordariyê bisekinin. Çalakiya ku malbatê di encama bêedaletiyê û neheqiyê de pêk anî berdewam dike. Malbat hem ji bo xwe û hem jî ji bo her kesê ku di rewşek wekhev de ye daxwaza edaletê dike. Em hemû hevkarên xwe yên li vir vedixwînin ku li hember pergala neheq a li welatê me bertekê nîşan bidin. Divê em hemû xwedî li vê daxwaza edaletê derkevin. Em hevkarên xwe vedixwînin ku bi boneya roja 200’emîn bi cubeyên xwe werin vê derê.”