Xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn û sîxuriyê li HDP’iyan ferz kirin 2021-09-23 11:54:23   ÊLIH - Kesên ku xwe wek endamên MÎT’ê dan nasîn bi gefan sîxuriyê li xebatkarê HDP’ê Yaşar Yalçin û endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar ferz kirin.    Hat zanîn kul i Êlihê kesên ku xwe wek endamên Teşkîlata Îstîxbaratê ya Millî (MÎT) dan nasîn, sîxuriyê li xebatkarê HDP’a Êlihê Yaşar Yalçin û Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar ferz kirin. Yalçin û Acar qala gefxwarinê û lêferzkirina sîxuriya li hember xwe kirin.    GELO CIHÊ HEVDÎTINA WAN LI HEMBERÎ BATMANPARK AVM’Ê YE?   Xebatkarê HDP’ê Yaşar Yalçin da zanîn ku roja 9’ê îlonê kesek bi telefonê lê geriyaye, bi kurmancî axivî ye û gotiye navê wî ‘Baran’ e û xwestiye ku li çayxaneya li hember Batmanpark AVM’ê pê re hevdîtin bike.    GOTIYE KU EW BI MÎT’Ê RE DIXEBITE    Yalçin anî ziman ku ew wî kesî nas nake û çûye cihê ku wî xwestiye û wiha got: “Dema min li wir dît, gazî min kir. Got ku navê wî Baran e. Temenê wî derdora 55 salî bû û rîyê wî hebû. Pişt re em rûniştin. Min jê pirsî ku kî ye û çima bi min re hevdîtin dike. Got ‘navê min Baran e, ez li ser navê MÎT’ê dixebitim’. Dema min vê bihîst ez metel mam.”    Yalçin diyar kir ku wî kesî jê xwestiye ku derbarê HDP’ê û li girtîgehan kî alîkariyê dide girtiyan vê yekê hîn bibe û di van mijaran de sîxuriyê lê ferz kiriye.  Yalçin destnîşan kir ku dema ew hêj diaxivîn ferq kiriye ku kesek jî çavdêriya wan dike û wiha got: “Pirsa HDP’ê kir. Got ‘HDP çi xebatan dike û çawa dike?’ Girtîgeha pirsî. Xwest ez di van mijaran de ji wan re bibim alîkar. Min jê re got carek din li min negerin û aciz nekin. Berevajî vê yekê ez ê giliyê web ikim. Li ser vê yekê carek din li min negeriya.”    PIŞTÎ YALÇIN VÊ CARÊ LI ACAR GERIYAN    Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar jî anî ziman ku roja 15’ê îlonê li ser WhatsAppê kesek bi navê “Bahtiyar” lê geriyeya û xwe wek endamê MÎT’ê daye nasîn.    Acar destnîşan kir ku vî kesî jê xwestiye bi hev re çayê vexwin û xwestiye bi tena serê xwe pê re hevdîtin bike. Acar got: “Min got ez bi tenê nayêm hevdîtinê. Got ‘ez ji bo ewlehiya te dibêjim’. Min got ez bêparêzer hevdîtinê nakim. Got ‘tiştên ku divê kes nizanibe hene, em bi tenê hev bibînin’. Min qebûl nekir û telefonê girt.”    ‘DÎT KU EZ HEVDÎTINÊ RED DIKIM DEST BI GEFAN KIR’    Acar da zanîn ku di 16 û 17’ê îlonê de bi heman nimreyê dîsa lê geriyan e û wiha got: “Min di her du gerandinan de jî bertek nîşan da. Li ser vê yekê gef li min xwar û zorê da min ku hevdîtinê bikim. Sê rojan li ser hev peyamên şand û gef li min xwar. Dixwest li çayxaneya li hember Batmanpark AVM’ê em rûnin. Dixwest agahiyên biçûk biçûk bidim wan.”    Acar anî ziman ku tiştên hatine serê wê bi Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û parêzerê xwe re parve kiriye û dema ew diçû cem parêzerê xwe heman kesî dîsa lêgeriyaye û got: “Min jê re got ez diçim cem parêzerê xwe û min got tu dixwazî çi biaxivî were li cem parêzer em biaxivin. Wî jî got ‘tu dilikî bûyî, ez ê van hemû eşkere bikim’. Bi vî awayî gefê li min xwar. Min jî jê re got heke tu eşkere nekî nemerdî. Tişta ku dixwest bi dest nexist. Got wê biçe Mêrdînê. Herî dawî bi gefa ku wê dosyeya min Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li min xwar. Dît ku bi van gefan encamê bi dest naxe, pişt re qet li min negeriya. Min wêneyê ekrana wan peyamên wî girtin. Hin peyamên wî hêj disekinin.”    Acar destnîşan kir ku wê li hember van gef û lêferzkirina sîxuriyê paş ve gav neavêtiye û ew ê van kesan her teşhîr bike, wê li hember darazê hesab bidin û mafê tu kesî nîne aramiya wan xera bikin.