Li endamê MYK’a ÎHD’ê Çaglayan 6 sal û 3 meh ceza hat birîn 2021-09-23 12:42:16   COLEMÊRG - Li endamê MYK’a ÎHD’ê Saît Çaglayan ji doza ku jê tê darizandin bi esasgirtina beyana şahidê nepen, 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.    Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Saît Çaglayan bi hêceta navnîşana maîleke saxte di sala 2012’an de li Colemêrgê hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin. Piştî 8 salan bi esasgirtina beyana şahidê nepen doz lê hat vekirin. 7’emîn danişîna doza ku Çaglayan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin, li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.    BEYANÊN ŞAHIDÊ NEPEN ESAS HATIN GIRTIN   Çaglayan, ê ji Enqereyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû wiha got: “Bêyî ku dozger lêkolîna delîlan bike, bi esasgirtina beyanên şahidên nepen amadekirin û pêşkeşkirina mûtaalayê ne hiqûqî ye. Parazvanên mafên mirovan, divê ji ber xebatên xwe yên di çarçoveya maf û azadiyên bingehîn de neyên darizandin. Hemû xebatên min xebatên mafên mirovan e. Divê ev, teqez nebin mijara darizandinê. Parazvanên mafên mirovan tu car dest ji maf û azadiya bingehîn a mirovan bernade.”   Dadgehê ji ber sûcê ku li Çaglayan tê kirin 6 sal û 3 meh ceza lê birî.