Şewat belav dibe, mudaxile nayê kirin 2021-09-23 15:30:06   COLEMÊRG - Şewata ku duh nîvro li gundê Miçîç ê Geverê dest pê kir didome. Ne ji bejahiyê ne jî ji hewayê mudaxile nayê kirin.    Şewata ku li Dehla Nehîl a li hemberî gundê Miçîç ê di navbera navçeya Gever û Şemzînanê yê girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ku gelek cureyên çûkan lê dijîn derket, didome. Tîmên agirkujiyê yên nikarin ji bejahiyê mudaxileyî şewatê bikin ji herêmê veqetiyan. Ligel ku şewat belav dibe jî, ji hewa ve mudaxile nayê kirin.    ESKER: HEFTEYEKÊ JÎ DIKARE BIDOME   Rojnamevanên ku xwestin biçin herêma şewat, jî ji aliyê eskerên Qereqola Harûnan û Ornekkoy ve hatin astengkirin. Eskeran têkildarî astengkirinê wiha gotin: “Herêm niha ne ewlehiye herêma operasyonê ye. Ji hewayî bi SÎHA û helîkopteran tê şopandin. Hûn nikarin ji qadê dîmenan bikişînin. Şewat wê heta hefteyekê bidome, divê hûn jî heta hefteyekê bisekinin. Ji ber herêma operasyonê ye hûn nikarin dîmenan bikişînin.”   TÎMÊN AGIRKUJİYÊ JI HERÊMÊ VEQETIYAN   Li aliyê din tîmên agirkujiyê û tîmên girêdayî Wezareta Giştî ya Daristanan û Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê yên ku sewqî cihê şewatê hatibûn kirin, ji ber şertên herêmê ne guncav in û herêm avzê ye ji herêmê veqetiyan.