Encu giliyê Savci Sayan kir 2021-09-23 16:49:30   ENQERE - Ferhat Encu yê HDP’yî derbarê Şaredarê Agirî Savci Sayan ê heqaret û gef lê xwarin de gilî kir.    Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu ku niha rêveberê Navenda Giştî yê HDP’ê ye derbarê Şaredarê Agirî Savci Sayan ê AKP’yî de ku heqaret lê kiribûn û gef lê xwaribûn gilî kir. Encu derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û xwest derbarê lêpirsîna hewcedarî were kirin û derbarê gumanbar de doza cemaweriyê were vekirin.    Encu di daxuyaniyê de anî ziman ku Savci Sayan li ser Twitterê jê re gotiye, “Ez ji bo çanda xwe, zimanê xwe, welatê xwe xizmet dikim û dixebitim. Tu li ku yî? Kuçikê ku qeleşan dide destê ciwanên kurd û ji xwe re kamara keştiyê layîq dibîne reviyayî ku.. Neke ewte ewt, ez ê zimanê te jê bikim.”    ZIMANÊ NEFRETÊ    Encu di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Savci Sayan li hember wî ziman û sûcê nefretê bikar aniye û daxwaz kir ku demildest li hember wî lêpirsîn were destpêkirin.