ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-24 09:00:48 * Dîrokzan Mehmet Bayrak, hewldan û pevnivîsên dîplomatîk ên di dîroka kurdî de di pirtûka xwe ya bi navê "Ateş-Kan-Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi” bi yek kirin.  * Şendogan Yazici ku piştî redda xwe ya wijdanî ragihand derbarê wî de 14 doz hatin vekirin û 20 hezar û 940 TL ceza lê hat birîn, destnîşan kir ku Tirkiye li gor PMME'yê tevnagere û qanûnê binpê dike.    * Li Bedlîsê Îsmaîl Karabûlût ku bi çewliga ava kiriye debara xwe dike got: "Niha bi milyonan ciwanên kurd li metrepolan bi awayekî erzan dişixulun. Li erdnîgariyeke wisa dewlemend, qezenca ku bi çar çêlekan bi dest wan bike, ji wê xebata erzan a li metrepolan çêtir e."    * Xwendekarên zanîngehê anîn ziman ku ji ber polîtîkayên çewt ên îqtidarê nikarin bistirên û heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê li kuçeyan bin.    * Waniyan daxuyaniyên Kiliçdaroglû yên têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd nirxandin û anîn ziman ku divê CHP ji gotinê wêdetir gavina bavêje. Welatiya ji bo qada çareserkirinê îşaret bi meclîsê kirin û destnîşan kirin ku divê rola Ocalan neyê jibîrkirin.   * Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê bi sûcdariya kuştina Tuxgeneral Bahtiyar Aydin cezayê muebetê lêhat birin û rewşa tenduristiya wî giran bûye Selma Ozkan, diyar kir ku bavê wê berî bimire dixwaze cara dawî gundê xwe bibîne.   * Komeleya Lêkolînên Kurdî, dê di nêz de ji bo perwerdehiya rûbirû ya kurdî dest bi kursan bike.    * Endama CÎSST'ê Parêzer Esra Erîn, anî ziman ku bi guherandina rêziknameya destûrê re karbidestiya darazê ketiye destê îdareyên girtîgehan û got: "Dibe ku mafê girtiyekî/ê yê tevlîbûna merasîma cenaze ya xizmekî/e xwe, ji ber hejmara pirtûkên xwendine bê binpêkirin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê îro bikeve roja 200'emîn û tê payîn gelek parêzer piştevaniya malbatê bikin.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay wê li navenda giştî ya partiya xwe civîn açapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Danişîna biryarê ya doza KESK'ê wê li 12'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakli were lidarxistin. (13.30)   * Komîsyona Ciwanan a Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê ji bo xwendekarên zanîngehê ku bêcih û bêwargeh mane li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê wê feraseta ku îqtidar civakê bi birçîbûn û feqîriyê terbiye bike dê li ber Operas Sureyya ya Kadikoyê bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar bike. (19.30)