CÎSST: Karbidestiya darazê ket destê îdareyên girtîgehan 2021-09-24 09:05:24 STENBOL- Endama CÎSST'ê Parêzer Esra Erîn, anî ziman ku bi guherandina rêziknameya destûrê re karbidestiya darazê ketiye destê îdareyên girtîgehan û got: "Dibe ku mafê girtiyekî/ê yê tevlîbûna merasîma cenaze ya xizmekî/e xwe, ji ber hejmara pirtûkên xwendine bê binpêkirin."  Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî, "Rêziknameya Derbarê Destûrên Ji Ber Nexweşînê An Jî Mirina Xizmên Girtî û Hikumxwaran De" guherand. Biryar, di 21'ê Îlonê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor guherîna ku hatiye kirin, dê bi pêşniyara amîrê girtîgehê û pesendkirina Serdozgerê Komarê, destûra tevlîbûna merasîma cenaze bê dayîn û ev destûr jî dema rê ne tê de 2 roj e. Her wiha ev destûr jî bi şertê "silametiya lêpirsînê û bi şertê tu xetereyek tune be" dê bê dayîn.    Şêwirmenda Hiqûqê ya Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Ceza Înfazê De (CÎSST) Parêzer Esra Erîn, anî ziman ku destûr ji înîsyatîfa serdozger hatiye derxistin û ketiye destê îdareya girtîgehê û di rastiyê de ev guherandin derbarê girtiyên polîtîk de ye.    ÎNÎSATÎF A GIRTÎGEHÊ YE   Erîn, anî ziman ku rêzikname pir hatie guherandin û gelek mijarên di qada hiqûqê de ketine înîsyatîfa îdareya girtîgehê. Erîn, bilêv kir ku ev guherandin ji nişka ve hatiye kirin û lewma divê mirov li ser bisekine. Erîn, da zanîn ku berê di guherandina rêziknameyên derbarê girtiyan û girtîgehan de dîtinên rêxistinên civaka sivîl, pîşeyî û demokratîk jî esas dihatin girtin, lê belê di vê guherandinê de serî li dîtina tu rêxistinê nehatiye dayîn.    DIJÎ HIQÛQÊ YE   Erîn, destnîşan kir ku ji ber ku beriya dozger dê îdareya girtîgehê serlêdanên girtiyan ên ji bo destûr binirxîne, dê ev bibe cihê gelek neyîniyan û ji bo vê jî bal kişand ser "biryarên kêfî". Erîn, diyar kir ku ev guherandin dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û got: "Dijî wê ye, ji lew re beşdarbûna merasîma cenaze ku pratîkeke darazî ye, dê di bariyera îdareyê de bialiqe. Ev, di warê hiqûqa îdareyê de, xespkirina peywirê ye. Yanî îdarea girtîgeheke nikare têkeve dewsa darazê û biryarên darazî bide yan jî di pêvajoyên bi vî rengî de nikare xwedî rol û rist be."    DIVÊ BÊ BETALKIRIN   Erîn, destnîşan kir ku ev rewşa ku di hiqûqa îdareyê de wekî xespkirina peywirê tê binavkirin, di warê hiqûqî de bêhikm e û got: "Lewma divê ev rêzikname bê betalkirin."    Erîn, "mafê şîngirtinê" ya di peymanên Cenevreyê de bibîr xist û destnîşan kir ku ev maf di dema şeran de jî esas hatiye girtin.    'BIRYARA KÊFÎ'   Erîn, bal kişand ser "Qanûna Derbarê Guherandina Qanûna Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê De" û di çarçoveya vê qanûnê de bi "biryarên kêfî" astengkirina berdan girtiyên ku înfaza wan temambûyî. Erîn, bilêv kir ku girtiyekî ku 30 sal in girtiye, jê re gotine "te kêm pirtûk xwendine!" û bi vî awayî berdana wî hatiye astengkirin û guherandina vê dawiyê jî dibe ku bibe cihê rewşên bi vî rengî. Erîn got: "Dibe ku mafê girtiyekî/ê yê tevlîbûna merasîma cenaze ya xizmekî/e xwe, ji ber hejmara pirtûkên xwendine bê binpêkirin. Ev rêzikname, rê li ber van hincetên kêfî yên îdareyên girtîgehê vekir."    MA / Mehmet Aslan