Malbata Şenyaşar 200 roj in li benda edaletê ye 2021-09-24 11:34:34   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku 200 roj in ji bo edaletê têdikoşe vê peyamê parve kir: “Em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê #200RojinEmJiBoEdaletê sekinîne (#Adaletİçin200Gün'dür).”    Xizmên Parlametnerên AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê di 14’ê hezîrana 2014’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar jî ji bo edalet di dosyeyê de pêk were û Fadil Şenyaşar ê girtî were berdan ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digirin. Nobeta malbatê îro ket roja 200’emîn. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her roj ji navçeya Pirsûsê hatin û li cihê çalakiya xwe dest bi nobetê kirin.    200 ROJ LI PEY XWE DIHÊLE    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal destnîşan kir ku çalakiya wan gihîştiye 200 rojî û vê peyamê belav kir: “Em li ber Qesra Edaletê ya Rihayê #200RojinEmJiBoEdaletê sekinîne (#Adaletİçin200Gün'dür). Ji bo pêşketina pêvajoya hiqûqî were birêvebirin, em ê bi 200 parêzeran re bi serdozger re hevdîtinê bikin. Em hêvîdarin wê dozgerê xwedî rayedar ji bo qanihkirina malbata me û raya giştî pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin.”    Tê payîn li ser banga Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê bi sedan parêzer li ber Edliyeya Rihayê beşdarî Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar bibin û saet di 14.00’an de daxuyanî bidin çapemeniyê.