HDP'iyên li Kadikoyê kom bûn: Xizanî ne qeder e 2021-09-24 22:50:41   STENBOL - HDP'iyên ku li Kadikoyê polîtîkayên îqtidarê şermezar kirin gotin: "Xizanî, ne qeder e."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HD) a Stenbolê, li ber Operaya Surreya ya li Kadikoyê li hev kom bû û polîtîkayên aboriyê yên îqtidarê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Xizaneî ne qedere e" nivîsandî hat vekirin û di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeya "Budçe, ne ji bo qesrê ji bo kedkaran", "HDP li ser pêyan e, hêvî li ser pêyyan e" û "Dê heq û hiqûq bi HDP'ê re bên" hatin berzkirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, parlementerên HDP'ê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglû jî di nav de gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.    Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, diyar kir ku gelek mirovên ku nikarin heqê kirêya xwe bidin û xwendekarên li Tirkiyeyê xwendekarên herî bêsiûd ên cîhanê ne.    'EM Ê HESAB BIPIRSIN'   Avci, destnîşan kir ku mirov ji bo debara malbata xwe bikin nikarin biçin bazaran û danûstendinê bikin û gava ji esnafan bê pirsîn, dê gelek esnaf ji bo îstifakirina îqtidarê gelek hincetan bilêv bikin. Avci got: "Dê li Tirkiyeyê HDP, dostên HDP'ê û sosyalîst hesab ji vê pergalê bipirsin. Êdî ji xeynî têkşikandina kapîtalîzmê, tu rê nemaye." Avci, diyar kir ku xizanî ne qedere e, sergoyê kapîtalîzmê ye û got: "Dê xizan hesab ji vê pergalê bipirsin û em ê hesab ji kesên ku xizaniyê ekî qedereê didin ber me bipirsin."    ‘EM LI BER XWE DIDIN'   Karkerê înşeatê Sedat Aydin jî di daxuyaniyê de axivî. Aydin, diyar kir ku têdikoşin û li cihê ku lê dixebite gelek hevalên wî qeza kirine û ji ber vê mirine. Aydin got: "Du karkerên ku çûn wan xelas bikin jî, li wir ji ber gazeke jehrî bi jehrê ketin. Kapîtalîst hingî pereyan qezenc dikin, karker li tersxane û her derî dimirin. Belkî rojê bi dehan karker dimirin. Ji sala 2018'an ve meaşê me kêm bûye. Em di şert û mercên nebaş de dijîn, lê em ê tim li ber xwe bidin. Em ê dirûşmeya 'em ne kole ne', li hemû şantiyeyan belav bikin."    Parlementera HDP'ê Oya Ersoy jî got: "Em ji Edîrneyê heta Colemêrgê, ji Balikesîrê heta Antalyayê bi eniya keda xwe debara xwe dikin. Em bi dirûşmeya 'xizanî ne qeder e li hev kom bûn.' Sedema xizaniyê jî polîtîkayên lîberal in. Îqtidara AKP'ê 20 sal in mirovan mehkûmî xizaniyê dike. Ji ber van polîtîkayên îqtidarê krîzeke civakî û aborî heye. Ên bûne sedema krîzê, dê nikaribin bibin çareserkirina krîzê. Dê ev îqtidar biçe."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.