Dê biryara AYM'ê ya derbarê Ozgur Gundemê de bişînin DMME'yê 2021-09-25 09:00:27 STENBOL- Parêzer Sercan Korkmaz, diyar kir ku biryara "binpêkirinê" ya AYM'ê ya derbarê girtina rojnameya Ozgur Gundemê de kêm e û ji ber ku daxwaza wan a ji bo tazmînatê hatiye redkirin dê dosyeyê ji DMME'yê re bişînin.  Rojnameya Ozgur Gundemê di 16'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê yya Stenbolê ve hatibû girtin. Piştî vê bi du mehan, vê carê bi Biryarnemaye di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Parêzerên rojnameyê, ji bo biryara girtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn.    AYM'yê piştî 5 salan biryar da. Di biryara xwe de ragihand ku li gor xala 26'an û 28'an a Qanûna Bingehîn girtina rojnameyê "binpêkirina mafê azadiya fikr û ramanê ye."    Parêzerê rojnameyyê Sercan Korkmaz, biryara AYM'ê nirxand.    'BIRYARA AYM'Ê KÊM E'   Korkmaz, destnîşan kir ku di asasê biryara "binpêkirinê" ya AYM'ê de sedema "girtina demborî ya rojnameyê" hee û got: "AYM, diyar kir ku ev biryar xwe nasipêre tu xaleke qanûnê û biryara binpêkirinê da. Lê belê biryara AYM'ê, biryareke kêm e. Rojnameyek bi awayekê dijhiqûqî û bi birareke xwe nasipêre tu qanûnê hat girtin. Gava em vê berçav bikin, me di 2016'an de li dijî vê bêhiqûqîtiyê serlêdan kir, lê di sala 2021'ê de biencam bû. Ev bi tena serê xwe pirsgirêkeke sereke ye. Helwesta dadgehê ya ji bo mijarên azadiya çapemeniyê kêm e û pir paşdemayî ye."    DAXWAZA JI BO TAZMÎNATÊ HAT REDKIRIN   Korkmaz, destnîşan kir ku AYM'ê biryara "binpêkirinê" daye, lê belê daxwaza wan a ji bo tazmînatê jî red kiriye û bal kişand ser ziyana aborî ya xebatkarên rojnameyê û xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê. Korkmaz got: "Ev dikare bê tespîtkirin. JI xeyynî vê rojnamevan hatin derbkirin. Hatin girtin û karê wan hat astengkirin. Ma ev ne zexteke maddî û manewî ye? Biryarên bi vî rengî dibe ku di pêş de bibin sedema heman binpêkirinê û saziyên dewletê û burokrasiya dewletê wêrek bikin."    HINCET DIJÎ HIQÛQÊ NE   Korkmaz, diyar kir ku AYM'ê mijara girtina rojnameyê ya bi KHK'ê jî paşguh kiriye. Korkmaz, anî ziman ku AYM ji bo vê dosyeya li Komîsyona Rewşa Awarte ji xwe re kiriye hincet.     DÊ SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN   Korkmaz, destnîşan kir ku divê mijar di warê mafê azadiya kes û mafê ewlehiyê û li gel vê di warê rêgeza darizandina adil, mafê nûçewergirtinê û parastina mulkiyetê de jî bê nirxandin û got: "Diviabû di vî warî de jî biryara binpêkirinê bihata dayîn. Diviyabû encamên binpêkirinê ji holê bihatana rakirin û derbarê kesên xisirîne de jî biryara tazmînatê bihata dayîn."    Korkmaz, anî ziman ku ew ê qîma xwe bi biryara AYM'ê neynin û dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    MA / Mehmet Aslan