Îpekyuz tayînkirina tenê 3 mamosteyen kurdî bir rojeva meclisê 2021-09-25 12:12:41   ÊLIH - Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, veqetandina tenê 3 kontenjana mamosteyên kurdî bir rojeva meclisê.    Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), di 23'ê îlonê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wê 15 hezar mamosteyên bipeyman tayîn bike. Di vê tayînkirinê de wezaretê ji bo kurdî tenê 3 kontenjan veqetandin. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, vê mijarê bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmût Ozer bibersivîne pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê.    Îpekyuz, di pêşnûmepirsa xwe de ji Ozer pirs kir ku binasiya tayînkirina tenê mamosteyan çî ye, niha çend derçûyên kurdî hene û ji bo tayînkirina van derçûyan çi plansaziyên wezaretê hene?