Li Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û mal û dikan di bin avê de man 2021-09-25 12:50:22   WAN - Li Wanê, barana zêde bû sedem ku li hin taxan lehî rabibe û mal û dikan di bin avê de bimîne.    WAN - Li Wanê, barana ku duh bi şev dest pê kir heta saetên serê sibehê berdewam kir. Ev jî bû sedem ku li hin taxên bajar lehî rabe. Li taxên Seyrantepe, Altintepe û Abdûrrahman Gazî yên navçeya Tûşbayê gelek mal û dikan di bin avê de man û xesarên maddî çêbûn.    HDP: AGAHIYA ŞAREDARIYAN JI LEHIYÊ TUNE YE   Parlamenter, hevserok û hevşaredarên HDP'ê yên Wanê, di saetên serê sibehê deserdana taxên k lehî li wan rabuye kirin. Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan, diyar kir ku xesar gihîştiya bi sedan malan û heta niha tîmên şaredarî û AFAD'ê nehatine herêmê û ev tişt got: "Gel bi derdê xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Agahiya şaredariyan hê ji vê lehiyê tune ye. Gelê me li şaredariyê digere lê encam nagire. Mal di bin heriyê de ma ne û bi derfetên xwe hewl dide birînêin xwe bipêçe."