Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin 2021-09-26 09:00:47 STENBOL- Xwendekarên zanîngehê yên ku pirsgirêka xwe ya starbûnê li park û baxçeyan tînin ziman, bang li îqtidarê kirin: "Madem hûn nikarin çareser bikin, nexwe ji ser wan qoltixan rabin."    Çalakiyên şermezarkirinê yên xwedekaran ku ji ber bihabûna kirêyan û fiyetên zêde yên wargehên xwendekaran dane destpêkirin, li Stenbol, Enqere, Kocaelî û gelek bajarên din didomin. Xwendekarên ku di bin navê "Tevgera Em Nasitirin" û "Bêwargeh" xwe birêxistin kirine, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hin park û qadan dimînin. Çendî xwendekar bi astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin jî, lê bibiryar in ku heya pirsgirêkên wan bên çareserkirin çalakiyên xwe bidomînin.    XWENDEKA NASITIRIN   Xwendekar Sila Ozturk ku li Perava Modayê ya Kadikoy a Stenbolê li dijî pirsgirêka starbûnê nobdetê digire, anî ziman ku xwendekar hemû bi pirsgirêka starbûnê re rû bi rû ne. Ozturk, bilêv kir ku ji ber bihabûna kirêyan û kêmbûna kapasîteya wargehan li derve maye û rayedar ji bo van pirsgirêkên wan tu gavan navêjin û xwe li kerrîtiyê danîne. Ozturk, diyar kir ku gava dengê xwe bilind dikin bi krîmînalîzekirinê re rû bi rû dimînin û îqtidara heyî di warê çareserkirina pirsgirêka aborî ya gel de pir qels e.    BANG LI XWENDEKARAN KIR   Ozturk, destnîşan kir ku heya pirsgirêka wan bê çareserkirin dê heya sibehê li parkan bin û got: "Em xwendekarên ku nasitirên dizanin ku ji xeynî me kes nabe ji me re nabe çare. Her ku lihevkombûna me ya li parakan xurt bibe, em ê bigihên encamekê. Pêdiviya sereke û lezgîn a xwendekarên pirsgirêkên wan hevpar in, hatine cem hev du ye."    'JI SER QOLTIXAN RABIN'    Xwendekar Ozlem Ozdemîr ku di çalakiya li Parka Maçka ya li Şîşliyê de ye, destnîşan kir ku kapasîteya wargehan têra xwendekaran nake. Ozdemîr got: "Hevalên me yên ji bajarên cuda hatine, heya wargeh bi dest wan nekeve dê li derve bin. ÇAreserî divê. Ji bo îqtidar pirsgirêkê çareser bike, divê em dengê xwe bilind bikin. Madem nikarin çareser bikin, nexwe divê ji ser wan qoltixan rabin."   BILA WEZÎR WERE EW BI XWE BIMÎNE   Ozdemîr, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Ciwanan û Werzîşê ya derbarê şert û mercên wargehan de û got: "Bila were, ew bi xwe li van wargehan bimîne. Em li odeyên 4-5 kesî dimînin. Înternetên waregan ji binî de nabin. Em nikarin spartek û projeyên xwe çêbikin. Xwarinên wargehan nebaş in. Kapasîte zêde ye, lê xwarina çêdikin hindik e. Madem wan dişibînin qesrên xwe yên luks, nexwe bila werin deriyên odeyên me vekin, em wan bikin mêvan."