Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike 2021-09-26 09:01:01 STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik, anî ziman ku Serokkomar Erdogan, dixwaze bi Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş rayan zêde bike.    Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, bi têhilanînên xwe yên demên dawî di rojevê de ye. Erbaşê ku li Ayasofyayê bi şûr çû mîmberê û ji ber vê bû cihê rexneyan, di demên dawî de jî xwe li qada siyasetê nîşan dide. Erbaş, tevî hin rayedarên AKP'î tevli hin merasîmên vekirinê dibe û daxuyaniyan dide. Erbaş, di dema vekirina sala edlî ya nû de tevî Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca dua kiribû û gotibû, "Gotina rojbaş, adetek dema cahîliyeyê ye" û "xwarina mîdyeyan heram e." Ev gotinên Erbaş jî bûbûn cihê nîqaşan.    PLANA ERDOGAN   Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik, têhilanînên Erbaş ji bo ajansa me nirxandin. Elîaçik, anî ziman ku cihgirtina Erbaş a li cem Erdogan di çaçroveya plan û bernameyekê de ye. Elîaçik, destnîşan kir ku Erdogan bi vî awayî hesabê hêsankirina karên xwe yên siyasî û zêdekirina rayan dike. Elîaçik, bilêv kir ku têhilanînên Erbaş girêdayî polîtîkaya Erdogan a li hemberî muxalefetê ye û got: "Erdogan, qada dînî wekî qada xwe dihesibîne. Wekî qadeke ku reqîbên xwe li mala xwe vedihewîne dihesibîne. Wisa difikire ku dê li bara temaşevanên di warê moral de bi ser bikeve û bi vî awayî bi rihetî goga xwe bigerîne."  Elîaçik, diyar kir ku Erdogan dixwaze CHP'ê jî ber bi vê qadê ve bikişîne û bi vî awayî têk bişikîne û got: "Ji lew re wisa difikire ku CHP'î di warê zanyariya dînî de qels in. Wisa difikire ku dê 'nikaribin bersivê bidin min û ez ê wan bitengijînim.'"    Elîaçik, destnîşan kir ku dibe ku hin CHP'î jî di vî warî de "xeletiyê bikin" û got: "Dê biqîrin û bibêjin em ê 'komara laîk' biparêzin. Dê ev jî bi kêrî wî bê. Porpagandayê dike, dibêje 'ji bilêvkirina navê Xwedê nerihet dibin, ji duakirinê nerihet dibin, li welêt gava otobêsek bê stendin, gava qurbanek bê şerjêkirin jî dua tê kirin, çima di merasîma Vekirina Edlî de dua neyê kirin.' Wisa difikire ku bi vî awayî tiştina bi dest xwe bixe; 'A rast ev ji bilêvkirina navê Xwedê nerihet dibin, dijminê dîn in, lê biner we dît.'"   MUXALEFET   Elîaçik, anî ziman ku di serî de CHP û bi giştî jî hemû derdorên muxalif ji bo ji vê yekê xelas bibin, divê "îslamiyetê ji wan baştir zanibin."    Elîaçik got: "Min ev tişt ji CHP'iyan re jî got. Madem hûn ji îslamiyetê bawer dikin, nexwe divê hûn bi baweriya xwe zanibin. Gava hûn nizanibin divê hûn dernekevin holê. Heger hûn derkevin, hûn ê têk biçin. Heger hûn bawer nekin jî, lê ji bo ku hûn reqîbê xwe têk bişikînin hûn mecbûr in ji wan baştir zanibin ku nikaribin li hemberî we bi kar bînin. Wê çaxê dê kifş bibe ku ka dikare ev qasî rihet li ber wan bisekine yan na. Dê nikaribe."    HESABÊ RAYAN   Elîaçik, destnîşan kir ku êdî dê AKP nikaribe bi rêbaza ku CHP'ê ber bi qada dîn ve bikişîne û bi vî awayî rayan bi dest bixe, ji lew re rewşa zêdekirina rayan a AKP'ê ji holê rabûye. Elîaçik, diyar kir ku sedema vê ya sereke jî krîza aborî ye. Elîaçik got: "Erdogan dixwaze wekî padîşahan tevbigere. Lê ji xwe re jî nabêje padîşah. Serokê Karên Diyanetê jî, serokatiya diyanetê û felsefeya wê ya damezrîner qebûl dike, lê wekî şêxê îslamê tevdigere. Lewma rim di têran re hilnayê. Yanî ya ku tu dikî ne serokkomartî ye, padîşahtî ye û ya tu dikî ne serokatiya diyanetê yye, şêxtiya îslamê ye. Hişê wan 300 sal paşdemayî ye, lê laşê wan li vir e. Bêahengiyek rû dide. Ne dikarin li gor vir tevbigerin, ne jî terka ya din bikin. Hewl dide tişta ku nikare terka wê bike, di nav tiştekî ku esas nagire de îfade dike. Wê çaxê jî pirsgirêk rû didin. Sedema piraniya pirsgirêkan jî ev e."    'TIŞTINE KU JI CIWANAN HÎN BIBE HENE'    Elîaçik, bilêv kir ku Erbaş ji dêvla ku nirxên gerdûnî yên dînî pêş ve bibe, daxilî nav nîqaşên siyasî yên rojane dibe û got: "Dibêje, li medyaya civakî bendetiya ji bo xwedê qels dibe, 'sereratkirin divê'. Yanî ciwanan jî biçûk dixe, hişê wan kêm dixe. Ciwanan, jinan, ramyaran, rewşenbîran têra xwe wekî pêlîstokên hêzên derveyî dibîne û wan bi sîxurtiya hêzên derve tawanbar dike. Yanî ji wan bawer nake. Halbûkî tam tersa wê ye, belkî gelek tişt hene ku ji wan ciwanan hîn bibe. Ciwan bêtir hay ji asta serdemê hene. Tu pêwendiyê bi wan re danaynî, tu wan wekî dijmin, xayîn û kesên xapandî dibînin. Ev ne tu dîtin e."    MA / Îdrîs Sayilgan