Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire 2021-09-26 11:09:32 RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê dewam dike, ev peyam parve kir: “Li Edliya Rihayê, ‘edalet’ tenê di lewheyê de cih digire.” Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9’ê Adarê de dest pê kirin, di roja 202’yemîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar, ji ber ku Edliyeya Rihayê di dawiya hefteyê de girtiye, îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe dewam kir.   Malbatê, li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, wêneyek aydê lewheya Edliya Rihayê parve kir û ev peyam da: “Li Edliya Rihayê, ‘edalet’ tenê, di lewheyê de cih digire. Mafê tu kesî tuneye ku edaletê evqasê bênirx bikin.”