ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-27 09:00:09 * Li pey Ceylan Onkol wêneyek bi fanorî zer ma û ew awirên çavên wê ku gelek tiştan dibêje di bîra her kesî de ye. Salvegera kuştina Ceylanê ye. Dayika wê Salîha Onkol got heta ew bimire wê keça xwe ji bîra neke û heta kujer werin darizandin dê têbikoşe.  * Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku Tirkiye di bersiva Komîteya Wezîran a Konseya Ewrpayê de ji rastiyê reviyaye û got: "Komîte dikare mafê hilbijartin û mafê axaftinê yê Tirkiyeyê û endamtiya wê ya di konseyê de binirxîne û di ber çavan de derbas bike.”   * Kekê girtiyê nexweş Abdullah Ongulu ê 27 sal in girtî ye Memet Ongulu ji bo berdana girtiyên nexweş banga hestiyarê li raya civakê kir.   * Mehmet Şah Tekîner ê ku manşeta “Dîktator Erdogan” a rojnameya Bîld a Elman parve kir bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” salek û sê meh cezayê hefsê lê hat birîn.    * Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye. Welatî dibêjin ji ber bihabûna tiştan ew nikarin tiştekî bikirin û AKP a bi hilbijartinê hatiye wê bi hilbijartinê biçe jî.     * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 203'yemîn de berdewam bike.   * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê li otelek Enqereyê "Belgeya Banga Demokrasiyê" eşkere bikin.    * Danişîna 6'emîn a doza Cemal Metîn Avci yê ku Pinar Gultekîn qetil kiribû li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê were li darxistin. (13.00)