Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir 2021-09-27 11:48:54   AMED - Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi peyamekê spasiya hemû sazî û dezgehên ku beşdarî şîna dayika wê Lutfiye Gokkan a ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dabû bûbûn, kir.    Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, bi peyamekê spasiya hemû sazî û dezgehên ku beşdarî şîna dayika wê Lutfiye Gokkan a ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dabû bûbûn, kir. Dayika Gokkan, Lutfiye Gokkan a yek ji remzeke têkoşîna jinê ye di 31’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû. Gokkan, bi hêceta “ewlehiyê” neanîn merasîma cenaze. Gokkan, bi peyameke ku ji Girtîgeha Jinan a Amedê şand, spasiya herkesên ku tevlî şîna dayika wê bûn, kir.    ‘BI RUHÊ PIŞTEVANIYÊ BER BI AZADIYÊ VE’   Peyama Gokkan wiha ye: “Ji hemû çalakvanên jin, sazî, platform, tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, hevrêyên min, tevgera jinên Kurd, hevalên min ên di têkoşînê de û navên ku êşên min bi peyamên hevgirtin û sersaxiyê yên ji ber mirina diya min a hêja Lutfiye Gokkan parve kirin re spasiya xwe pêşkeş dikim. Ez dixwazim diyar bikim ku peyamên sersaxî û hevgirtinê, di navbera çar dîwaran de moral û teseliya herî mezin e. Bi vî ruhê hevrêtiyê, ez ê ji bo jina azad û civakek azad bê dudilî li her derê û di bin her şert û mercî de têkoşînê bidomînim. Min xwest ez spasiyên xwe pêşkêş bikim, her çend di peyamek kolektîf de be jî, ez difikirîm ku hûn ê lêborîna min qebûl bikin, ji ber ku min nekarî ji ber şert û mercên min yek bi yek bersivê bidim peyamên sersaxiyê. Silav û hezkirin.”