Acar li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-09-27 16:34:52   ÊLIH - Umît Acar ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bendana xwe da bû ber agir û jiyana xwe ji dest da bû, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Umît Acar ê di 27’ê Îlona 2018’an de, li Elmanyayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da bû ber agir, di 3’yemîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li navçeya Hezo ya Êlihê hat bibîranîn. Endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê beşdarî bîranînê bûn.    Di bîranînên de, wêneyên Acar hat hilgirtine. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Omer Kûlpû, di bîranînê de axivî û wiha got. “Wê demî, mîna îro dîsa tecrîd hebû. Dîsa di girtîgehan de, pir zêde binpêkirinên mafan hebûn. Hevalê me Ûmît, li dijî tecrîd û van binpêkirinan çalakî li dar xist. Ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo ku tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin, canê xwe da ber agir. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin.”     Kesên beşdarî bîranînê bûn, piştî axaftina Kûlpû qerefîl danîn ser gora Acar û bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.