Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê 2021-09-28 09:04:53 RIHA - Danişîna 20'an a Komkujiya Pirsûsê dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Serdil Îzol, bang li hemû kesî kir ku xwedî li dozê derkevin.  Bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di 20'ê Tîrmeha 2015'an de gelek ciwan ji bajarên cuda berê xwe dabûn Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûs a Rihayê ji bo ku pêlîstokan ji zaroknên Kobanê re bibin. Li hemberî ciwanên li komeleyê kom bûbûn êrişeke bombeyî pêk hatibû û di vê êrişê de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn gelek jê jî birînndar bûbûn. Dê danişîna 20'an a derbarê vê komkujiyê de sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê bê lidarxistin. Danişîn dê li hêwana li Kampusa Girtîgeha Cirnê Reş bê lidarxistin. Heya niha tenê kesek ji ber vê komkujiyê hatiye girtin. Ew jî bersûcê Komkujiya Gara Enqereyê Yakûp Şahîn e.    Di danişîna 19'an de dozger mutalaaya xwe berpêş kiribû û xwestibû li Şahînê ku heya niha neanîne tu danişînê, 34 caran cezayê muebeta giran bê birîn û ji ber 70 kesên birîndar jî bê ceakirin. Her wiha dozger xwestibû dosyeyên bersûcên firarî yên dozê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî jî ji hev bên cudakirin.    Ji parêzerên Doza Komkujiya Pirsûsê Parêzer Serdil Îzol, tiştên di 6 salên borî de qewimîne nirxandin.    DAXWAZ NEHATIN QEBÛLKIRI   Îzol, anî ziman ku ji roja komkujî çêbûye heya niha malbat, mexdûr û parêzer ji bo kiryar bên eşkerekirin gelek hewl dane û got: "Lêpirsîneke çalak nehat kirin. Me xwest xwekuj bê tespîtkirin. Derbarê Abdûrrahman Alagoz (xwekuj) de ku çawa hatiye Pirsûsê, çawa çiye Navenda Çandê ya Amarayê tu tespît tune ne. Wê rojê tevdîrine zêde hatine girtin, lê Alagoz di tu kontrolê de asê nemaye. Me xwest bê tespîtkirin ku bê Alagoz çawa hatiye Pirsûsê û pêwendî bi kê re daniye. Lê daxwazên me nehatin qebûlkirin."    RÊGEZA RÛBIRÛBÛNÊ HAT BINPÊKIRIN   Îzol, diyar kir ku bi qasî 5 saetan dîmenên dema komkujiyê ne li holê ne û divê kesên ev dîmen ji holê rakirine wekî kiryarê komkujiyê bên darizandin. Îzol, diyar kir ku Komkujiya Pirsûsê ne komkujiyek e ku kesek bi tena serê xwe bike û got: "Li deverek ku MÎT lê xwedî hêz e, 6 sal in nayê zanîn bê ka Alagoz ji ku hatiye!"    Îzol, helwesta dadgehê ya 6 salên derbasbûyî jî nirxand û got: "Heyetê heya niha tu daxwazên me yên têkildarî dosyeyê qebûl nekirine. Mînak; tenê bersûcekî dosyeyê heye. Ew jî Yakûp Şahîn e. Li gor rêgeza rûbirûbûnê ya darizandinê, divê bersûc bê dadgehê. Lê heya niha wî qet neanîne. Daxwaza me ya 'divê kes bê hizûra dadgehê' hat redkirin. Me Şahîn, qet li ser kursiya bersûc nedît. Bi sedan kes birîndar bûne û 33 kes jiyana xwe ji dest dane, lê bersûc bi SEGBÎS'ê tevli danişînan dibe. Ji bo darizandineke adil, divê daxwazên me bên qebûlkirin."    DAXUYANIYA WEZARETÊ YA DERBARÊ 'EL AGGAL' BIBÎR XIST   Îzol, daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya 12'ê Çileya 2021'ê ku gotibû "Terorîstê DAIŞ'î yên teqemeniyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peydekirine hat girtin" bibîr xist û îfade û zabita lêpirsînê ya derbarê Azzo Xelef Suleyman el Aggalê navê wî di daxuyaniyê de derbas dibe, di 9'ê Sibata 2021'ê di danişîna 19'an de ji dadgehê re hatiye şandin, lê belê di zabitnameyê de derbarê Pirsûsê de hevokek jî tune bye. Dosye tenê di ser Yakûp Şahîn re tê birêvebirin, lê belê ev ne rast e û got: "Di mutalaayê de kêmasiya herî mezin, îdianame heman îdianame ye. Du bersûcên firarî hene ku tiliya wan di komkujiya Enqere û ya Pirsûsê de heye. Ev, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ye. Çarçoveyeke hatiye xêzkirin û doz jî heya niha li gor vê tê kirin. Ew jî di ser Yakîp Şahîn re tê kirin. Heyeta dadgehê dixwaze ceza li bersûcê di dest xwe de bibire û bi vî awayî dosyeyê bigire."    ‘KIRYAR BALÎ Û BUYUKÇELEBÎ NE'   Îzol, destnîşan kir ku di navbera belgeyên hatine dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê û yên hatine dosyeya Komkujiya Pirsûsê de cuhêtî hene. Îzol got: "Mixabin em di vir de tu kiryareke ji bo zelalkirina dosyeyê nabînin. Kiryarên sereke yên van dosyeyên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî ne ku wekî şahid hatine guhdarkirin û fermana komkujiya Pirsûsê û ya Enqereyê dane û di raporên MÎT'ê û Wezareta Karên Navxweyî de hene. Hevjînên her du kesan di 2015'an de di çarçoveya qanûna poşmantiyê de hatin Tirkiyeyê. Bi operasyona MÎT'ê ew anîn, lê derbarê komkujiya Enqere û ya Pirsûsê de pirsek jî ji wan nehatiye pirsîn. Me xwest ev kes bên guhdarkirin, lê gotin derbarê vê dosyeyê de 'tu zanyariyên' wan tune ne."    Îzol, bibîr xist ku îfadeyên bersûcê girtî Yakûp Şahîn jî li hev dernayên û got: "Îfadeyên di dosyeya Komkujiya Gara Enqereyê de ne û yên di dosyeya Komkujiya Pirsûsê de dane,  li xwe mikur tê ku peymanek çêkirine. Ne diyar e ku mikurhatinên wî xwe disipêrin çi. Şahîn nabêje bê ji bo wî çi soz hatine dayîn, bi kêre li hev kiriye û lihevkirinek çawa kiriye. Bi gelek tiştan dizane, lê ji bo zelalkirina komkujiyê zanyariyek tune ye. Tenê dibêje, li hev kirine."    ‘BILA DAVÛTOGLÛ BÊ Û TIŞTÊN DIZANE BIBÊJE'   Îzol, destnîşan kir ku "koma" ku Komkujiya Pirsûsê kiriye û "koma" ku Komkujiya Gara Enqereyê kiriye heman kom e û got: "Heger Pirsûs bihatana zelalkirin, dê Komkujiya Gara Enqereyê çênebûna. Me dikaribû pêşî li vê bigira. Telefonî kesên pêwendiya wan bi bombekar Alagoz re hene kirine û ji wan pirsîne 'pêwendiyeke we ya çawa hebû?' Pêwendiyek nehatiye tespîtkirin, tenê wekî ku lêpirsînek tê kirin tevgeriyane."    Îzol, bibîr xist ku serokwezîrê wê demê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû bûye û got: "Yek ji kesên herî karbidest ê wê demê Davûtoglû ye. Piştî ji AKP'ê veqetiya, derbarê wê demê de hin daxuyanî dan. Em wisa bawer dikin ku dê beyanên Davûtoglû komkujiyê zelal bikin. Me xwest bê dadgehê û bê guhdarkirin. Ne parlementer e, lê heger jidil be dikare were dadgehê û tiştên dizane bibêje. Ew neyê jî, gava dadgeh gazî wî bike mecbûr e were. Bila Davûtoglû bê û tiştên dizane bibêje."    BANGAWAZÎ   Îzol, anî ziman ku di danişîna berê de mutalaa hatiye xwendin û diyar kir ku dibe ku di danişîna sibê de biryarek bê dayîn. Îzol, destnîşan kir ku lê belê agahî kêm in û heger tevî van agahiyên kêm biryar bê dayîn, dê bi vê biryarê edalet pêk neyê û got: "Ji roja ku îdianame hatiye amadekirin heya niha tu guherîn çênebûye. Heger bi vî awayî biryar bê dayîn, dê ev bibe danişîneke ku kiryarên 33 Rêwiyên Xeyalê nehatine darizandin. Heger biryar bê dayîn, dê ev wijdanê her kesî biêşîne. Hemû kesên divê ez mirov im, divê ji bo vê dosyeyê hesas tevbigere. Divê hemû kesên tiliya wan tê de heye bên darizandin û cezakirin. Bi vî awayî dê pêşî li ber komkujiyên gengaz jî bê girtin. Em bang li parêzeran û mirovên hestiyar dikin ku sibê bên û dozê bişopînin."    MA / Ferhat Çalîk - Mujdat Can