Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin 2021-09-28 09:05:10 WAN - Ji ber Komkujiya Vartînîsê derbarê Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê yê wê demê Bulent Karaoglû de biryara girtinê hatibû dayîn, lê hefteyek derbas bû hê jî Karaoglû nehatiye girtin.  Danişîna ewil a Doza Komkujiyya Vartînîsê ku 7 jê zark 9 kes hatibûn kuştin, di 21'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Kirikkaleyyê hat lidarxistin. Di danişînê de biryar hat girtin ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Navçeyê yê wê demê Bulent Karaoglû bê girtin. Lê belê hefteyek derbas bûye, hê jî Karaoglû nehatiye girtin.    Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, anî ziman ku biryareke ernî ye, lê belê kêm e ji lew re daxwazên wan ên ji bo edaletê tam pêk nehatine. Karaçelîk, îfadeyên parêzerê bersûc ku gotibû "Tişta qewimiye hovîtî ye, lê berpirsiyar tenê ne muwekîlê min" bibîr xist û got: "Beyana parêzer bersûc eleqedar nake, lê hevokek wisa nîşan dide ku ev bûyer tenê bi fermana muwekîlê wî pêk nehatiye. Ev jî pir girîng e. Ji lew re operasyonek e ku 4-5 yekîneyên eskerî tevlê bûne û li ser van yekîneyan gelek fermandar hebûne. Lewma dûrî aqilan e ku ev tenê li fermandarê yekîneyekê bê barkirin."    BERSÛC NEHATIYE GIRTIN   Karaçelîk, diyar kir ku hê jî Karaoglû nehatiye girtin û divê bi lêpirsîneke çalak demildest bersûc bê zevtkirin. Karaçelîk got: "Di 28 salên têkoşîna me ya edaletê de kiryar hatin parastin. Lêpirsîneke çalak nehat kirin. Me bi israr diyar kir ku polîtîkayeke bêcezatiyê pêk tê. Ji ber vê polîtîkaya bêcezatiyê kiryarên vê komkujiyê 20 salan hatin parastin. Lê axirê em di têkoşîna xwe de bi israr bûn. Dê têkoşîna me ya edaletê zêdetir bibe."    MA / Dîndar Karataş