Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn 2021-09-28 09:05:42 ÊLIH - Bi hinceta gotinên "Birêz Ocalan" û "Kurdistan" derbarê Hevserokê HDP'a Êlihê Omer Kûlpû de 2 lêpirsîn hatin destpêkirin.  Ji ber gotinên" Birêz Ocalan" û "Kurdistan" ên Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Omer Kûlpû di Newrozê de û di mîtînga 14'ê Tebaxê de bilêv kiribûn, 2 lêpirsîn hatin destpêkirin. Lêpirsîn bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "pesinandina sûc û sûcdar" hatin destpêkirin.    Kûlpû, di çaçroveya lêpirsînan de li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê îfade da.    LÊPIRSÎNE JI BER GOTINA 'BIRÊZ OCALAN'    Kûlpû, têkildarî lêpirsînan de axivî. Kûlpû diyar kir ku bi binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezayê pereyî xebatên wan tên îllegalîzekirin, lê belê ew ê bi tu awayî paş de gav neavêjin. Kûlpû, anî ziman ku ji ber di Newrozê de gotiye "Birêz Ocalan" derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got: "Pêşî nûçeyên Newrozê yên di ANF'ê de hatin weşandin nîşan dan. Bangawaziya PKK'ê ya ji bo tevlîbûneke girseyî pirsîn. Pirsîn ku me ferman ji ku girtiye. Min jî got, cejneke ku bi destûra walîtiyê hatiye lidarxistin û çalakiyeke partiya me bû. Min got, peyva birêz jî ne peyveke qedexe ye û gelek dozên bi vî rengî bi beraetê bi dawî bûne."    Kûlpû, diyar kir ku lêpirsîna din jî ji ber peyva "Kurdistan"ê bûye ku di mîtînga 14'ê Tebaxê de ya ji aliyê KCD, TJA, DBP û HDP'ê ve di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye" hatiye lidarxistin de bilêv kiriye.    Kûlpû got: "Min di axaftina xwe de ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang kir. Peyva Kurdistanê wekî propagandayê hesibandine. Dîsa ji bo vê jî pirsîn ku me ferman ji ku girtiye. Hem destûrê didin hem jî dipirsin bê me ferman ji ku girtiye. Vî tiştî fêm nakin. Tuzukekek partiya me heye. Lê radibin her tiştî wekî talîmatê dihesibînin. Û peyva Kurdistanê jî wekî sûc didin ber me."    CEZAYÊ PEREYÎ   Kûlpû, anî ziman ku ji ber belavokên ku beriya mîtîngê li bajêr belav kirine jî derbarê 25 kesan de bi giştî 12 hezar û 922 TL ceza hatiye birîn.    Her wiha Kûlpû jî di nav de derbarê 12 kesên ku di mîtînga 14'ê Tebaxê de li ber strana "Serhildan Jiyan e" ya Şivan Perwer govend gerandibûn de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîneke din jî hatibû destpêkirin.