Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine 2021-09-28 15:51:40   STENBOL - Endamê ESP’ê Emrah Topaloglû diyar kir ku kesên wek “polîsan” xwe pê dane nasîn wî revandine û sîxuriyê lê ferz kirine.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarî zextên ku polîs li endamên wan dikin û wan direvînin li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Endamê ESP’ê Emrah Topaloglu yê ku dibêje polîsan ew di 24’ê îlonê de li navçeya Ataşehîra Stenbolê revandine di civînê de axivî. Topaloglu destnîşan kir ku kesên xwe wek “polîsan” pê dan nasîn wî bi darê zorê li wesayîtek sivîl siwar krine û revandine û gef lê xwarine û sîxuriyê lê ferz kirine. Topaloglu got sepanên wiha berê jî hatine serê wî û dê zextên wiha nikaribin wî ji têkoşîna wî dûr bixin.    Nûnerê ESP’ê Huseyîn Îldan û Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû jî di civînê de kurte axaftin kirin û destnîşan kirin ku divê ew li dijî her cûre êriş û zextan têbikoşin û dawî li vê pergala çetewarî bînin.