Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin 2021-09-29 09:11:33 AMED - Qeyûm guherandina "Plana Avadaniyê ya Revîzyonê ya bi pîvana 1/5000" a derbarê Taxa Peyasê de pesend kiribû. Odeya Plansazên Bajêr jî ji bo betalkirina wê serî li darazê dabû. Dadgehê jî, li gorî rapora pêzaniyê guherandina ku qeyûm ew pesend kiribû da sekinandin.  Rêvebiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya girêdayî qeyûm Walî Munîr Karaloglû, di 12'ê Mijdarê de guherandina "Plana Avadaniyê ya Revîzyonê ya bi pîvana 1/5000" a derbarê Taxa Peyasê ya Amedê de pesend kiribû. Dadgehê, biryara guherandinê da sekinandin. Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê, piştî ku qeyûm guherandina navbirî pesend kiribû, bi hinceta ku ev biryara dijî hiqûqê ye û dê bibe sedema zêdebûna nifûsê û dê qadên wekî park, tesîsên tenduristiyê û bikaranîna rê kêm bike ji bo betalkirinê serî li dadgehê dabû.    Piştî ku serlêdana odeyê hat qebûlkirin, danişîna dozê li Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Amedê hat lidarxistin.    PARASTINA QEYÛM   Dadgehê, derbarê plana avadaniyê ya hat xwestin bê betalkirin de parastin xwest. Şaredariya qeyûm tayinî wê hatiye kirin jî di parastina xwe de derpêş kir ku di vê projeyê de rêgezên bajarsaziyê û mifha raya giştî esas hatine girtin û ji bo vê çêkirine.    RAPORA PÊZANIYÊ: TU MIFHA WÊ JI BO RAYA GIŞTÎ TUNE YE   Dadgehê jî xwest li gor hin biryarên Şûraya Dewletê û xalên Qanûna Şaredariyê de keşf bê kirin û rapora pêzaniyê bê amadekirin. Pêzaniyê jî piştî keşfa di 24'ê Hezîranê de hat kirin raporek amade kir û di raporê de destnîşan kir ku proje li dijî regezên bajarsaziyê ye û tu mifha vê projeyê ji bo raya giştî tune ye.    Piştî vê biryarê dadgehê jî daneyên teknîkî yên di rapora pêzaniyê de esas girtin û biryar da ku proje bê sekinandin.