Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir 2021-09-29 09:11:35 AMED - Dadgehê ji bo kuştina Ceylan Onkol a 12 salî, biryar dabû ku ji sedî 90'ê qisûrê ya Wezareta Karên Navxweyî ye. Piştî vê biryarê wezaretê jî di serlêdana ji bo temyizê ya li Şûraya Dewletê de xwe avêt dexla parastina ku "qisûr tune" ye.  Di 28'ê Îlona 2009'an de li gundê Kanîsipiyê yê navçeya Licê ya Amedê Ceylan Onkol a 12 salî gava heywanên xwe diçêrand, guleya hawina qereqolê lê ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Di doza derbarê kuştina Onkulê de dadgehê Wezareta Karên Navxweyî mehkûmî tezmînatê kir.   Dadgeha Îdare ya 1'ê ya Amedê di 8'ê Adara 2021'ê de biryara xwe ragihand. Dadgehê di biryara xwe de ji sedî 10'ê qisûrê xist stuyê Onkolê û ji sedî 90'ê qisûrê jî xist stuyê Wezareta Karên Navxweyî û biryar da ku wezaret 283 hezar TL tazmînata maddî û manewî bide malbata Onkolê.    Piştî biryarê parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku di warê hiqûqî de alîkariya malbata Onkolê dikin û parêzerên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji bo temyîzê serî li Şûraya Dewletê dan.    JI SEDÎ 10 QISÛR   Parêzerên malbata Onkolê di serlêdana xwe de diyar kirin ku dadgeha xwecihî biryara xwe bi vekolîn û nirxandineke kêm ragihandiye. Parêzeran di serlêdana xwe de got: "Kuştî bi teqemeniya hatiye avêtin ku li canê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye. Ev yek bi dîtina pispor a berpêşî dosyeyê hatiye kirin jî hatiye îspatkirin."    Ji ber hindê parêzeran ji bo ji sedî 10 qisûra ku li Onkolê hatiye barkirin îtiraz kirin û di serlêdanê de gotin: "Gava tespîtên di mutalaaya pispor aji aliyê Prof. Umît Bîçer ve hatiye amadekirin tên nirxandin de, tê fêmkirin ku kuştî ji ber teqîna muhîmata hatiye avêtin jiyana xwe ji dest daye. Lewma ne pêkan e ku qisûr li malbatê û kuştî bê barkirin."    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku miqdara tazmînatê ya hatiye diyarkirin jî nayê qebûlkirin.   CENDIRME: NE HIQÛQÎ YE   Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî jî di serlêdana xwe ya temyîzê de derpêş kir ku kuştî bi muhîmata li erdê lîstiye û  bi tişta hesinî ya di dest xwe de li muhîmatê xistiye û muhîmat teqiyaye û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Fermandariyê di serlêdana xwe de derpêş kir ku lewma biryara ji sedî 90 qisûrdarî ne biryareke hiqûqî ye.    DERBARÊ DOZÊ DE   Di 28'ê Îlona 2009'an de li mezrika Xanbaz a gundê Kanîsipî yê navçeya Licê ya Amedê, Ceylan Onkol a 12 salî gava heywanên xwe diçêrand, bi guleya hawinê ya ku hat diyarkirin ji qereqolê hatiye avêtin jiyana xwe ji dest dan. Laşê Onkolê yê parçebûyî 6 saetan li cihê bûyerê hat sekinandin û dozger jî bi hinceta "ewlehiyê" 3 roj bi şûn de çû cihê bûyerê. Dayik Salîha Onkol, perçeyên laşê keça xwe xistin dawa xwe û delîlên li cihê bûyerê hemû radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kirin.    Di raporên ji aliyê cendirmeyan û midûriyeta polîsan ve hatin amadekirin de hat îdiakirin ku Onkol bi şiva hesinî ya di destê xwe de li teqemeniyê xistiye. Rayeddarê cendirmeyan Yuksel Şanliturk di rapora ku amade kir de got, "Malbata Onkol sirf ji bo tazmînatê ji dewletê bistîne xwe wekî mexdûran nîşan dide."    Parêzerên malbata Onkolê di sala 2010'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME'yê jî di 17'ê Çileya 2017'an de serlêdana malbata Onkulê bi dawî kir û biryar da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Licê jî di 30'yê Nîsana 2014'an de derbarê lêpirsîna ceza ya derbarê mirina Onkolê de "biryara lêgerîna daîmî" da.    Her wiha parêzerên malbata Onkolê ji bo tazmînata maddî û manewî li Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê giliyê Wezareta Karên Navxweyî kirin. Dadgehê biryar da ku wezaret 28 hezar û 208 TL tazmînatê bide malbatê û tazmînata manewî jî red kir û vê birya xwe jî spart "Qanûna Derbarê Têkoşîna Li Dijî Terorê."    Piştî vê biryar çû ber destê Şûraya Dewletê. Şûraya Dewletê jî di 16'ê Gulana 2019'an de biryara dayîna tazmînatê xera kir. PIştî vê Dadgeha Îdareyê jî di 8'ê Adara 2021'ê de biryar da ku bi giştî maddî û manewî 283 TL tazmînat bê dayîn. Hem parêzerên malbata Onkolê hem jî parêzerên wezaretê careke din ji bo temyîzê serî li Şûraya Dewletê dan.    MA / Gokhan Altay