Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin 2021-09-29 09:11:36 ÊLIH - Înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ku her du gurçikên wî jî xera bûne û birîna serê wî ya ji ber fîşeka gazê hê jî rihet nebûye, nehat betalkirin.  Înfaza girtî Ramazan Dûrmaz (33) ku di Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimare 2 a Tîpa F'yê de ye û her du girçikên wî xera bûne û birîna serê wî ya ji ber gaza fîşekê hê jî rihet nebûye, hat şewitandin. Dûrmaz, di 4'ê Nîsana 2009'an de li Amarayê, gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê eskeran ve di bûyera ku 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn de birîndar bûbû. Ji ber ku fîşeka gazê li serê wî ketibû bi giranî birîndar bûbû û wî rakiribûn nexweşxaneyê. Dûrmaz di sala 2010'an de bêyî ku rihet bibe hat hatibû girtin û 17 sal ceza lê hatibû birîn.    Dûrmaz, piştî ku hat girtin li girtîgehê her du gurçikên wî jî xera bûn. Dihat payîn ku girtiyê nexweş Dûrmaz 6 meh şûn de bê berdan, lê belê hat hînbûn ku înfaza wî nehatiye betalkirin. Dûrmaz, ji bo vê serî li Dadgeriya Îngazê da.    LI BENDA NEQILKIRINA GURÇIKAN E   Birayê wî Mahsûm Dûrmaz, diyar kir ku birayê wî heftê 3 rojan dikeve makîneya diyalîzê û li benda neqilkirina gurçikan e. Dûrmaz, bilêv kir ku ji bo neqilkirina gurçikê, gurçika dêya wî û ya birayê wî li hev derketine, lê ji ber rewşa abrî nikarin biçin Tekirdagê û ji sala 2017'an ve li bendê ne ku birayê wî sewqî Êlihê bê kirin, lê belê Wezareta Dadê daxwaza wan red dike.    Dûrmaz, destnîşan kir ku rewşa birayê wî xirab dibe, lê Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî û got: "Gurçiên wî xera bûne. Ji ber derbe fîşeka gazê ya li serê wî ket, mejiyê wî xuya dike. Pêdiviya wî bi alîkariyê heye, lê rabûne wî xistine hucreyekê. Ji bo biçe qawîşa hevalên xwe me serlêdan kir, lê serlêdana me nayê bersivandin."    ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Dûrmaz, da zanîn ku li bendê bûn di dema pandemiyê de înfaza birayê wî bê taloqkirin, lê belê nehatiye taloqkirin ango betalkirin. Dûrmaz, diyar kir ku 6 meh ji birayê wî re maye ku cezayê wî biqede û got: "Nêzî 11 sal in girtî ye. Ji ber ku piraniya cezayê wî qediyaye, dê 6 meh şûn de bihata berdan. Lê înfaza wî şewitandin. Navê vê bêwijdanî ye. Jixwe zêdetirî salekê ye bi tena serê xwe dimîne. Demildest divê înfaza wî bê taloqkirin û li nexweşxaneyeke nêzî me bê tedawîkirin."    MA / Fethî Balaman