Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist 2021-09-29 09:11:38 WAN - Tevî hemû hewldanan jî Wezareta Karên Navxweyî damezrandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) qebûl nake û ji bo vê daxwaza randevûyê ya rayedarên partiyê qebûl nake. Dadgeha Îdareyê ya 13'an a Enqereyê vê helwesta wezaretê wekî helwesteke dijhiqûqî pênase kir û peywira wezaretê bibîra wê xist.  Rêvebirên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), ji sala 2018'an ve ji bo damezrandina partiyê serî li Wezareta Karên Navxweyî didin, lê belê wezaret daxwaznameyên wan qebûl nake. Herî dawî partiyê di 1'ê Hezîrana 2020'î de li ser e-devletê doza randevûyê li Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên Civaka Sivîl a Wezareta Karên Navxweyî kir, lê midûriyetê cardin randevû neda. Piştî vê rayedarên partiyê serî li Dadgeha Îdareyê ya 13'an a Enqereyê dan. Partî di dozê de bi ser ket. Dadgehê di biryara xwe de ragihand ku helwesta wezaretê dijhiqûqî ye.    Wezareta Karên Navxweyî piştî ku dadgehê diyar kir ku ya tê kirin dijhiqûqî ye û peywira wezaret bibîra wê xist, şewba Covîd-19'ê ji xwe re kir hincet û diyar kir ku ji ber vê bersiva daxwaznameyan nehatiye dayîn, lê belê dadgehê îtibar bi vê hinceta wezaretê neanî û divê personelê peywira wî ewraqên damezrandina partiya siyasî wergire û li gor şert û mercên xebatê randevûyê bide.    Her wiha dadgehê ji bo angaşta Wezareta Karên Navxweyî ya derbarê hin gotinên di bernameya PÎA'yê de jî, ragihand ku heger hin îfadeyên di tuzuka partiya siyasî ya PÎA'yê de dijî xala 68'an a Qanûna Bingehîn bin, ev yek piştî ewraq teslîm bên girtin paşê ji saziyên di Qanûna Partiyên Siyasî de behsa wan tê kirin re tên şandin, lê redkirina randevûyê ne li gor hiqûqê ye.    MA / Dîndar Karataş