Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest 2021-09-29 12:21:55 AMED – Dozger, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” 20 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Nûrcan Yalçin re xwest.   Danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin a di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” lê hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yalçin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Yalçin Resûl Tamûr di danişînê de amade bû.    Li ser daxwaza dadgehê, agahiyên ji polîsan ên der barê malpera Jinnewes de, ku tê îdîakirin Yalçin dixebite, gihişt dadgehê. Di nivîsa Midûriyeta Polîsan a Amedê ya ji dadgehê re şand de, hat îdîakirin ku Jinnews nûçeyên ku pesnê PKK û KCK'ê dide û piştgiriyê dide, çêdike.    ‘VÎNA XWE TESLÎMÎ RÊXISTINÊ KIRIYE’   Dozger, mutalaya xwe ya derbarê Yalçin de pêşkêşî dadgehê kir. Dozger di mutalaya pêşkêş, ev îdîa kirin: “Li gorî hemû delîlên di dosyayê de û îfadeyên şahidê nepen, Yalçin beşdrî çalakiyên rêxistinî yên yên di çarçoveya xebatên Komeleya Jinan a Rosa de hatin lidarxistin bûye. Vîna xwe teslîmî rêxistinê kiriye. Di nava pergala wê de tevgeriya ye.” Dozger herî dawî jî  bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” ji 8 sal û 6 meh, heya 20 salan cezayê girtîgehê ji rojnameger Nûrcan Yalçin re xwert   ‘POLÎSAN LI GORÎ XWE PÊNASE DIKE’   Parêzerê Yalçin Resûl Tamûr, ji bo nivîsa Miduretiye Polîsan a Amedê ya derbarê Ajansa Jinnewsê de ji dadgehê re şandibû, diyar kir ku polîsan li gorî xwe rojnamegertî pênase kirine. Tamûr, da zanîn ku ajans bi awayekî fermî xebatên rojnamgertiyê bi rêve dibe û saziyeke rojnamegeriyê ye. Tamûr, di navbera axaftina xwe de, lewheya fermî ya Jinnewsê ku bi awayekî fermî xebatan bi rêve dibe, pêşkêşî dadgehê kir. Tamûr, herî dawî ji bo parastina xwe ya li dijî mutalaya dozger amade bike, ji dadgehê dem xwest.      Dadgehê daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 22’yê Mijdarê kir.