Malbatan piştî 6 mehan cenazeyên zarokên xwe wergirtin 2021-09-29 18:57:33   ŞIRNEX- Cenazeyên 2 endamên HPG'ê piştî 6 mehan radestî malbatên wan hatin kirin.    Cenazeyê Vedat Oklû (Tolhildan Zêwkî) û Yucel Yildiz (Hebûn Zozan) ku di 8 Nîsanê de li qada Bestayê tevî 3 endamên din ên HPG'î di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 6 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin di 14'ê Hezîranê de serî li NExweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dabûn û ji bo DNA'yê xwîn dabûn. Piştî DNA li hev derket malat serî li dozgeriyê dan. Piştî serlêdana li dozgeriyê cenazeyên li goristana bêkesan hatibûn veşartin hatin tespîtkirin û radestî malbatan hatin kirin.   Dê cenazeyê Oklû li Taxa Xaçort a Wanê û yê Yildiz jî li Geliyê Zîlan a navçeya Erdîşê bê definkirin.