Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan 2021-09-30 09:06:46 DÎLOK - Cûma Ozkan, ji 55 salên temenê xwe 37 sal jê di girtîgehan de derbas kiriye. Keça wî Şehrîban Ozkan jî ku di rêya girtîgehê de mezin bûye, 28 sal in li benda bavê xwe ye.  Ji zarokên ku bi salan çavên wan li rêya bavên wan in, yek jê jî Şehrîban Ozkan e. Gava Şehrîban hatiye dinyayê bavê wê Cûma Ozkan di girtîgehê de bûye û cara ewil bavê xwe li girtîgehê nas kiriye.    Bav Cûma Ozkan, ji 55 salên temenê xwe 37 sal jê di girtîgehê de derbas kirine.    CÛMA OZKAN   Cûma Ozkan ku ewilî gava 14 salî bûye di 12'ê Cotmeha 1980'yî de hatiye girtin, piştî 3 mehên di binçavan de ûli Dadgeha Eskerî ya Edeneyê hatiye darizandin. Cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Lê ji ber ku temenê wî biçûk bûye, cezayê darvekirinê hatiye xerakirin û 20 sal ceza lê hatiye birîn. Ozkan di 1989'an de hatiye berdan û piştî 3 sal û nîvên li derve, di sala 1983'yan de cardin hatiye girtin. Vê carê jî cezayê muebedê lê hatiye birîn. Gava Ozkan di 1993'yan de hatiye girtin bi sê mehan keça wî Şehrîban hatiye dinê.    Şehrîban Ozkan ku 28 sal in tevî dêya xwe Ayşegul Ozkan bavê xwe bi tenê nehiştiye, bi dorê çûye girtîgeha Yozgat, Konya, Meletî û Dîlokê. Cûma Ozkan 17 sal in di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de ye.    ‘DESMALA KU PÊ HÊSIRÊN WÊ PAQIJ KIRIN NEŞÛŞT'   Şehrîban Ozkan ku tevî hemû tengasiyên aborî jî saloqat diçe girtîgehê cem bavê xwe, gava dest bi dibistana seretayî kir, gava lîse û zanîngeh xwend û gava zewicî bavê wê ne li cem wê bû. Cûma Ozkan, di sala 2013'an de di nivîsa xwe ya ji bo pirtûka “Ben çıkana kadar büyüme e mi…” ya Adil Okay de, wiha behsa hevnasîna xwe û keça xwe kiribû: "Min pitikbûna keça xwe li girtîgehê dît. Gava nû dest bi meşê kiribû ew anîbûn girtîgehê cem min. Di hevdîtinên girtî de zarokan dibirin qisma hikumxwaran. 15 zarok hatin qisma ez lê bûm. Hemû zarok çûn cem bav, ap û xalên xwe. Lê zarokek hebû, werê li ortê mabû digiriya û li ber dîwêr rûiştibû. Kes xwedî lê derneketibû. Dengê zarokan olan dida, ji kêfa. Paşê hîn bûm ku keça min jî di nav wan de ye. Ez çûm min ji gardiyanan û hevalên li wir pirsî. Gotin zarok ev in. Ez çûm cem zaroka ku digiriya. Min hewl da wê aşt bikim, lê bêfêde bû. Axirê min ew xist hemêza xwe û min wê bir qabîneya hevdîtinê û gava min dêya wê dît, min jê pirsî 'Ev keç Şehrîban e?' Got, belê. Gava got belê, ji kelecana min nizanibû ez ê çi bikim. Keça min jî gava çav bi dêya xwe ket, li camê xist. Cara ewil bû ku min rahişt keça xwe û ew maçî kir. Min hêsirên wê bi desmala xwe paqij kirin..."    Ozkan, tam 19 salan desmala ku pê hêsirên çavên keça xwe paqij kirin neşûştiye û tim bi xwe re gerandiye. Gava keça wî di sala 2017'an de bi dergistî bûye, wekî bîranênekê ew desmal ji keça xwe re şandiye."     ‘PIR BIÇÛK BÛM, NAYÊ BÎRA MIN'    Şehrîban Ozkan anî ziman ku 4 sal in desmala ku bavê wê daye wê veşartiye. Ozkan, bilêv kir ku gava di zikê dêya xwe de bûye bavê wê hatiye girtin û got: "Cara ewilî gava min wî dît ez pir biçûk bûm. Gava bavê min cara ewilî çav bi min ketiye, hêsirên çavê xwe paqij kiriye. Desmala pê hêsirên çavê xwe paqij kiriye piştî 19 salan da min."    ‘EM WEK DU KESÊN XERÎB BÛN'   Ozkan, diyar kir ku bîranînên herî kevn ên wê û bavên wê yên tên bîra wê, ên dema zarokatiya wê ne û got: "Kampusa girtîgehê cihkî qerase bû. Hûn zûzû kesên dixwazin bibînin nabînin. Piştî em di deriyên hesinî yên mezin re derbas bûn me bavê min didît. Gava min cara ewilî bavê xwe dîtiye, min tu tiştek nekiriye. Min ji dêya xwe dipirsî, çima ez hemêz nekirim û maç nekirim? Nizanim, bê hêsta bavtiyê tiştekî çawa ye? Min jî nizanibû mirov çawa nêzî bavekî dibe. Em wek du xerîban bûn."    XWEZÎ MIN BAVÊ XWE NAS BIKIRA   Ozkan, bilêv kir ku di 28 salên temenê xwe de bavê xw ebaş nas nekiriye û got: "Xwezî min nas bikira. Min nebûna wî pir hîs kir. Ez ji gelek hêstan bêpar mezin bûm. Ev, bêxwebaerîtî li min peyde kir. Bavek çawa nêzî keça xwe dibe, nizanim. Min pir dixwest ez û bavê xwe rûnên, bigerin, li cihina rûnên û xwarinê bixwin. Min pir dixwest wî hemêz bikim û pê re biaxivim. Ev hês nebûn para min. Jiyana min û dêya min di rêyan de derbas bû, di rêyên girtîgehan de. Pirî caran em li ser qoltixên hesinî yên otogaran radiketin."    DÎLGIRTINEKE 37 SALAN   Ozkan, bibîr xist ku bavê wê ji 55 salên temenê xwe 37 sal di girtîgehê de derbas kiriye û got: "Qet ne adil e ku mirovek 37 salan di girtîgehê de bê ragirtin. Tiştekî dij mirovî ye. Pir dixwazim bavê min bê berdan. Gava in dest bi dibistana seretayî kir ne li cem min bû, min lîse û zanîngeh xwend dîsa ne li cem min bû. Di merasîmên mezûniyetê de malbatên her kesî li cem wan bûn, lê bavê min ne li cem min bû. Belkî jî wexta li cem min bûna xwebaweriya min xurtir bûna. Nebûna wî nexwebaweriyeke qels li min peyde kir. Gava diketim ezmûneke, ev yek bandor li min dikir."    ‘CEZA LI SER CEZA'   Ozkan, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve her cara ku di televîzyonan de çav bi nîqaşên "efûya giştî" dikeve hêvî lê peyde dibe û got: "Par jî ji ber şewbê înfazê guherandin. Ji ber şewbê bi hezaran kes hatin berdan. Lê kesên siyyasî nehatin berdan, tew bi ser de ceza li ser ceza dan wan. Çima pergala hiqûqê ya dewletê wisa dixebite? Jixwe ev mirov bi salan e di girtîgehan de ne. Gelek jê bêyî bigihên zarokên xwe û malbatên xwe jiyana xwe ji dest didin. Divê ev bêedaletî rojek berî rojekê bi dawî bibe."    ‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN'   Ozkan, anî ziman ku heya niha çûye gelek girtîgehan û bi çavê xwe dîtiye bê şert û mercên girtîgehan çi qasî xirab in. Ozkan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Ev mehkûm heya mirinê nayên berdan. Ez vê ferasetê şermezar dikim. Li girtîgehan pirsgirêka av û xwarinê tim heye. Me betaniyek ji bavê min re şand, lê bi hinceta du qatî ye û qalind e cardin şandin. Ez pir li ber ketibûm û hêrs bûbûm. Naxwazin girtî germ bibim. Çima germ nebin? Jixwe bi salan e belesebeb girtî ne. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî hene û van şertan heq nakin. Mirov nikarin bi awayekî azad fikirên xwe bînin ziman. Diviyabû mirovên ji ber fikirên xwe yên siyasî hatine girtin bihatana erdan, lê radibin kesên ji ber sûcên edlî girtî berdidin. Dixwazim bavê min û hemû girtiyên siyasî bên berdan."    MA / Emrûllah Acar