Bavê Sûat Şahîn: Piştî birîndarkirinê bi awayekî kelemçekirî lê dane 2021-09-30 11:06:18 ÊLIH - Tedawiya ciwanê bi navê Sûat Şahîn ku ji ber li dijî GBT'ê derketibû polisan li taxa Seyîtler a Êlihê gule li reşandibûn didome. Bav Yilmaz Şahîn, da zanîn ku polis piştî kurê wî bi guleyan birîndar dikin bi awayekî kelemçekirî lê didin.  Di 28'ê îlonê de li taxa Seyîtler a Êlihê ji ber ku li dihî Lêgerîna Agahiyê Giştî (GBT) derketibû, polisan gule li Sûat Şahîn (21) reşandibûn û ew birîndar kiribûn. Polis, piştî ku bi 2 guleyan Şahîn birîndar dikin destê wî bi pişt ve kelemçe dikin û bi wesayîta polisên sivîl dibin nexweşaneyeke taybet. Bûyer di saetên serê sibehê de pêk tê li polis piştî nîvro agahî didin malbata wî. Xetereya jiyanê ya Şahîn didome û dîmenên dema kêliyê derketin holê. Di dîmenan de polis li dora Şahîn hatine hev û li wesayîta sivîl siwar dikin.       ŞOPÊN LÊDANÊ   Bav Yilmaz Şahîn, têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û derbarê tenduristiya kurê xwe de ev agahî dan: "Niha di beşa lênêrîna awarte de ye. Ji ber ku gule lê ketiye gurçika wî parçe bûye û hildane. Talûkeya wî ya di hundirê xwe de xwîn jê biçe heye. Me wî dît. Ji ber ku di beşa lênêrîna awarte de ye tenê me di camê de li hev nêrî. Tenê gotinek got û pirsa, 'bavo tu yî?' kir. Li mil û serçavê wî de şopên lêdanê hebûn. Wê demê dilê wan bi gulereşandinê rehet nebû ye û lê dane."   QEYDA NEXWEŞXANEYÊ TUNE YE   Derbarê bûyerê de jî Şahîn, wiha axivî: "Min saet di 11.00'an de ji polisê ku li min geriya û got, 'gule li kurê we hatine reşandin û niha li nexweşxaneyê ye' bihîst ku li kurê min ê li mala apê xwe ya li Taxa Seyîtler dima gule hatine reşandin. Dema me bihîst em çûn nexweşxaneyê. Lê nexweşxaneyê got ku qeydeke wiha tune ye. Me ji derdorê pirsî û wisa hîn kir. Nebirine nexweşxaneya dewletê û qeyda wî jî çênekirine. Bûyer saet di 08.0'an de bûye û saet di 11.00'an de agahî dan me. Dema ku kurê min polisan dibîne hewl daye ji wan dûr bikeve û li cem kûçikê wî yê girêdayî hebûye. Polis nêzî wî dibin û ji bo GBT'ê bangê wî dikin. Ew jî ji tirsa naçe. Di vê kêliyê de polis gule lê direşînin. Wî ji zik û piyê wî birîndar dikin. Piştî ku birîndar dibe li ser wî lêgerînê pêk tînin û destê wî bi pişt ve kelemçekirî li wesayîtê siwar dikin. Di wesayîtê de lê didin."   Şahîn, da zanîn ku polisên pê re hevdîtin kirine angaşt kirine ku guleyên berî dûwar dane hatine li zikê kurê wî ketine û ev tişt got: "Li cihê bûyerê tu dûwar tune ne. Lewre ew der qadeke vala ye. Rexmî ku lêgerîna kurê min tune ye, gule berî wan nade û bersiv nade wan, çima gule li kurê min direşînin?"   DÎMENÊN KÊLIYA BÛYERÊ HATINE BERHEVKIRIN!   Ji ber ku ji ber birîndarkirina kurê wî kes nehatiye binçavkirin Şahîn, bertek nîşan da û ev tişt got: "Duh ez çûm wir. 50 mirovî got ku rast e rast kurê min hedef girtine. Lê li şûna ku ji van mirovan îfade bigirin çûne ji kesekî ku tiştên bibêje dane jiberkirin nivîsandine. Min bi wî kesî re jî hevdîtin kir û got, 'Ez xwe ji Xwedê nakim gule ji dûwar nehat. Ez ê dîsa îfade bidim'. 50 kesên ku bûyerê dîtine jî gotin ku wê şahidiyê bikin. Dîmenên dema bûyerê hebûn. Polisan hemuyan berhev kirine."   'EZ Ê PÊŞIYA BÛYERÊ BERNEDIM'   Şahîn, destnîşan kir ku wê pêşiya bûyerê bernede û got ku serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Êlihê dane. Şahîn, ji bo ku hin zarokên din nebin hedefa guleyên polisan banga bicihanîna hiqûqê kir û raya giştî vexwend hestyariyê.    MA / Fethî Balaman