Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin 2021-09-30 15:15:23   AGIRÎ - Rûniştina doza Kazim Altinmakas ê ku hevjîna xwe Fatma Altinmakas qetil kiribû ji ber nûner nehat tayinkirin hat taloqkirin.    Di 14'ê Tîrmeha 2020'î de li navçeya Melezgirê ya Mûşê Kazim Altinmakas, hevjîna xwe Fatma Altinmakas a di nava malbatê de bi destdirêjiyê rûbirû mabû û hatibû qetilkirin. Danişîna 5'emîn a doza têkildarî kuştina Fatma Altinmakas de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat lidarxistin.  Malbat û parêzer beşdarî dozê bûn. Bersûc Kazim Altinmakas jî ji girtîgehê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.   Keça Fatma Altinmakas a li stargehê tê ragirtin S.A. ya di danişîna berê de wekî şahid lê hatibû guhdarkirin, ji ber nûner nehat tayinkirin di danişînê de parastin nekir. Dadgehê biryar da ku di danişînek din de ji bo S.A. nûner bê tayinkirin. Bi daxwaza temamkirina ewraqên kêm û tayinkirina nûner biryara berdewamiya girtina bersûc hat dayin û doz taloqî 23'yê kanûnê hat kirin.