Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne 2021-09-30 15:43:13 ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Silopyayê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne û li her derê ne" li gundan bi gel re civiya.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopyayê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne û her derê ne" bi tevlîbûna parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevseroka Şirnexê Sabuha Akdag, hevşaredara Silopyayê Adalet Fîdan, TJA û endamên rêxistina HDP'ê ya Silopyayê gundên Kurtik, Nêrwanê û Salatînê yê bi ser navçeyê ve ziyaret kirin.    Li gundê Kurtikê şandeya HDP'ê ji aliyê gundiyan ve bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Girseya HDP'ê li gel gundiyan heta qada gund bi tilîliyan û dirûşmeyên "Bijî HDP'ê" meşiyan.    'PIRSGIRÊKA KURD, PIRSGIRÊKEK CÎHANÎ YE'    Pişt re li ser navê şandeya HDP'ê parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozguneş, di axaftina xwe de bal kişand di pirsgirîka kurd de rol û mîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got neçareserkirina pirsgirêka kurd dibe sedemê aloziyan û wiha axivî: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka mirovahiyê ye, pirsgirîka cîhanê ye û pirsgirîka hemû bawerî û mezhebane. Ji bo wê em dibêjin hikumeta AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê bêpîvan faşîzmê didin meşandin. Bi taybetî di van 6 salên dawî de zilm û zora ku ji destê wan hatî li ser gelê me kirin. Bi hevdîtinên bi birêz Ocalan re dîtin ku, birêz Ocalan dikare hemû pirsgirîkan çareser bike û dewletê demokrat bike. Birêz Ocalan got ku divê gelên Tirkiyeyê azad bibin, ya dûyemîn jî got ku baweriyên cuda di nav me de hene divê rêz û hûrmet ji wan re bê girtin. Ya sêyemîn jî got ku jin esîr hatiye girtin û ji civakê hatiye qut kirin, divê jin bê azad kirin. Lê qebûl nekirin û ew pêvajo xera kirin."    'BEYÎ KURDAN NIKARIN GAV BIAVÊJIN'   Ozgûneş, di berdewama axaftina xwe de, bal kişand ser daxuyaniya ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu derheqê pirsgirîka kurd da û got: "Yê ku înkara gelê kurd kirî di serî de partiya CHP'ê bû. Lê têkoşîna zarokên gelê Kurd anî asteke wisa de ku, dibêjin em ê pirsgirêka kurd di parlementoyê de çareser bikin. Êdî di Rojhilata Navîn de kurd bûne xwedî hêz. Jinên kurd di Rojhilata Navîn de ji bo hemû mirovahiyê tedikoşin. Di mînaka ku derxitistiye holê de jin azade, ol azadin,kedkar û xîzan hemû azadin. Ji ber wê divê em xwedî li van deskeftiyên xwe derbikevin. Ew derewên wan êdî îfşa bûne û baweriya kesî bi wan nebûye. Êdî Tirkiye nikare beyî kurdan gavekî biavêje. Di vê hilbijartinê de ew ê biçin. An serkeftin, an serkeftin."    Piştî axaftinê govend hat gerandin û şandeya HDP'ê dûvre derbasî gundê din bûn. Bername bi axaftin û guhdarkirina pirsgirêkên gundiyan bi dawî bû.