'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin 2021-10-01 09:04:11 MÊRDÎN - Hatibû tespîtkirin ku qeyûm li Mêrdînê daweta "keça xwe ya manewî" Merve Erciyas Çatal ji qaseya şaredariyê li dar xistiye. Lê vê carê derket holê ku piştî "keça manewî" ji peywirê hat girtin li Walîtiya Çorûmê û "kurê manewî" yê qeyûm jî Bûrak Bahadir Tûzlû jî li Wezareta Ciwanan û Werzîşê hatine peywirdarkirin.  Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî ew wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû û paşê di 11'ê Hezîrana 2020'î de ew ji peywirê girtibû û anîbû navendê, derbarê wî de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê Yaman hê jî Sermufetîşê Mulkiyeyê ye.    Gelek kesên ku hatibûn tespîtkirin di dema Yaman de daxilî nav nelirêtî û bêusûltiyê bûne, piştî vekolînên mifetîşan yeko yeko ji peywirê hatibûn girtin. Lê belê derket holê ku kesên ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatine girtin, li bajarine din hatine terîfkirin.    LI BAJARÊ QEYÛM LI WALÎTIYÊ HAT BICIHKIRIN   Merve Erciyas Çatal ku wekî "keça manewî" ya qeyûm Yaman dihat naskirin, piştî ji peywirê hat girtin, tevî hevjînê xwe yê polîs çû ÇOrûmê. PIştî çû Çorûmê di cî de li Walîtiya ÇOrûmê dest bi kar kir. Hat hînbûn ku Erciyas bi hinceta zarok jê re çêbûye heya niha dest bi destûr e û dest bi kar nekiriye.    Erciyaz li ser nifûsa Yozgatê qeydkirî ye û keça hevala keça Yaman Elîf Nûr Yaman e. Gava Yaman tayinî Mêrdînê hatibû kirin, Erciyasê jî bi xwe re anîbû. Di vekolînên mifetîşên milkiyeyê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de gelec sûcên Erciyasê kifş bûbûn. Hatibû tespîtkirin ku Erciyas mesrefê daweta xwe ji qaseyya şaredariyê daye, alîkariyên nehatine kirin wekî hatine kirin nîşan daye, tahde li karkeran kiriye û dijminatiya kurdî kiriye. (https://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/119288?page=1&key=30f407a4cae683b2fa346936d69a90f4)   DIZÊ PAREŞÛTAN LI WEZARETÊ HAT BICIHKIRIN   Yek ji van kesan jî Bûrak Bahadir Tûzlû ye ku wekî "kurê manewî" yê qeyûm Yaman dihat naskirin. Qeyûm, Tûzlû li Mêrdînê kiribû Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan. Piştî Yaman ji peywirê hat kişandin û çû navendê, li Stareya Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin hat bicihkirin. Tûzlû, piştî wextekê terka bajêr kir û çû Enqereyê. Hat hînbûn ku Tûzlû li Wezareta Ciwanan û Werzîşê hatiye bicihkirin.    Tûzlû, piştî hilbijartina 31'ê Adarê nehatibû şaredariyê û 5 pareşûtên şaredariyê jî bi xwe re biribû. Rêvebiriya HDP'î gelek caran doza pareşûtan kiribû, lê Tûzlû ew nedabûn û piştî cardin qeyûm tayinî şaredariyê hatibû kirin cardin bûbû serokê daîreyê.  (https://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/69806?page=1&key=dc05f9043947641fff12347a81009456)   MA / Ahmet Kanbal